BI DÎMEN

15'ê Tebaxê li Osloyê hate pîrozkirin

Li paytexta Norwêc Osloyê, salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin.

Çalakiya ku roja Şemiyê pêk hat bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Osloyê (NCDK-Oslo) Andam Aso axivî û Pêngava 15'ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û gelê Kurd ê welatparêz û dostan pîroz kir.

Siyasetmedar û nivîskar Celalettîn Delîbaş li semînerê axivî û qala girîngiya dîrokî ya 15'ê Tebaxê kir.

Semîner bi sînevîzyona li ser 15'ê Tebaxê bi dawî bû.