BI DÎMEN

15'ê Tebaxê li Moskowê hate pîrozkirin

Salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê li paytexta Rûsya Moskowê hate pîrozkirin.

Kurdên li paytexta Rûsya Moskowê tevî dostên xwe li hev kom bûn salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin.

Çalakî li Mala Çandê ya Mîr hate lidarxistin. Di destpêkê de ji bo bîranîna cangoriyan deqeyek rêz hate girtin û nûnerên rêxistinên Kurdan ên li herêmê li ser wateya Pêngava 15'ê Tebaxê axivîn.

Hevserokê Meclîsa Kurd a Moskowê Rafîke Kamil, endama Tevgera Jinan a Moskowê Asya Sivik û nûnerê Rûsyayê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Reşad Benav axivîn.

Di axaftinan de li gel rol û girîngiya 15'ê Tebaxê ya ji bo azadiya gelê Kurd, hate ragihandin ku gelê Kurd bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her devera cîhanê tê naskirin û têkoşîna wan tê qebûlkirin.

Nûnerên saziyan bal kişandin li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga piştevaniya têkoşîna azadiyê kirin.

Di şahiyê de hunermend Berzanî, endama Koma Zeytûn Gabriyelan Gohar Tîgranovna, hunermend Ciwan Îbrahîm, Koma Govendê ya Rûken, hunermend Mehmed Ûsênov û Delîl Lezgiyev hunera xwe pêşkêş kirin.

Şahiyê heta derengiya şevê bi govendê dewam kir.