BI DÎMEN

15’ê Tebaxê li Liverpoolê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li Liverpoolê hatin gel hev, 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê bi gerandina govendê bi coş pîroz kirin.

15'Ê TEBAXÊ CEJNA VEJÎNÊ

Navenda Civaka Kurd bi boneya 40’emîn salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Sefton Parkê ya bajarê Liverpool ê Îngilistanê şahî li dar xist. Gelê Kurdistanê bi awayekî girseyî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Li qadê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ'ê hatin daliqandin.

Di bernameyê de govend hat gerandin û lîstikên herêmî yên Kurdî hatin lîstin. Di şahiyê de ji bo zarokan jî bernameyên taybet hatin lidarxistin û timî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” û "Gerîla" hatin berzkirin.

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd ê Îngilistanê Saît Sûrûç diyar kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê çarenûsa gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bi giştî guhertiye. Sûrûç anî ziman ku 15’ê Tebaxê zincîrên koletiyê şikand û deriyê jiyaneke bi rûmet û azad vekir. Sûrûç rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê şehîd bûn jî bi bîr anî û got: "Xiyanet, hevkarî û faşîzm wê têk biçin.”

Çalakî bi pêşbirkan û li ber stranên gerîla gerandina govendê dewam kir.