15'ê Tebaxê li Kielê hate pîrozkirin
15'ê Tebaxê Cejna Vejînê li bajarê Kiel ê Elmanyayê hate pîrozkirin.
15'ê Tebaxê Cejna Vejînê li bajarê Kiel ê Elmanyayê hate pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de ku ji aliyê Meclîsa Gel a Kielê ve hate lidarxistin, bi navê FED-DEM'ê Îhsan Mûş axivî. Mûş qala girîngiya dîroka 15'ê Tebaxê kir û anî ziman ku ruhê 15'ê Tebaxê wê ti carî neqede. Mûş işaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re kir û destnîşan kir ku heta Kurdekî bi tenê bimîne wê ruhê 15'ê Tebaxê dewam bike.
Di çalakiyê de sînevîzyonek li ser 15'ê Tebaxê hate nîşandan û hunermendên herêmî stran gotin, beşdaran jî govend gerandin.
Çalakî bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' bi dawî bû.