15’ê Tebaxê li Grossetoyê hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li bajarên Îtalyayê dimînin, ji bo pîrozkirina Pêngava 15’ê Tebaxê li Grossetoyê hatin ba hev.
Kurdistaniyên li bajarên Îtalyayê dimînin, ji bo pîrozkirina Pêngava 15’ê Tebaxê li Grossetoyê hatin ba hev.
Kurdistaniyên li bajarokê Grosseto yê eyaleta Toskana ya Îtalyayê hatin ba hev, salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.
Ji Romayê jî Kurd ji bo pîrozbahiyê hatin. Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê bû. Bi pişt re siyasetmedar Îbrahîm Kasaroglû, li ser derketina holê ya PKK’ê, Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Pêngava 15’ê Tebaxê ku bi pêşengtiya fermandar Egî (Mahsûm Korkmaz) û Erdal (Mûstafa Yondem) hatiye kirin, agahî dan.