BI DÎMEN

15’ê Tebaxê li Bordeauxê bi coş hat pîrozkirin

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û CDK-B’ê Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin.

15’Ê TEBAXÊ

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û CDK-B’ê û bi tevlîbûna sedan Kurdistanî 15’ê Tebaxê bi coş hat pîrozkirin.

Pîrozbahî ji bo bîranîna fermandarê pêşeng ê Pêngava 15’ê Tebaxê Egîd (Mahsum Korkmaz) û hemû şehîdên şoreşê destpê kir û axaftinên ku bal kişandin ser girîngiya dîrokî, çandî, siyasî û civakî ya pêngavê berdewam kir. Di axaftinê de hate destnîşankirin ku polîtîkayên Qirkirina Kurd ên 60 salî bi têkoşîna çekdarî ya bi pêşengiya fermandar Egîd hate têkbirin. Di dawiya daxuyaniyê de soz hat dayîn ku gelê Kurd bi ruhê 15’ê Tebaxê têkoşîna azadiyê bi ser bixin.

Piştî axaftinan bi sedan Kurdistanî û dostên wan bi govendên azadiyê Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Di dema gerandina govendê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî 15’ê Tebaxê” hatin berzkirin.