15’ê Sibat li Moskova hate protestokirin

Kurdên li paytexta Rûsya Moskovayê 15’ê Sibatê protesto kirin.

Kurdistaniyên li Mala Kurdan a Moskovayê hatin ba hev, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi civînekê protesto kirin.

Di daxuyaniya hate dayîn de, hate gotin ku heta Abdullah Ocalan azad nebe, wê têbikoşin.

Di daxuyaniya li ser navê Saziyên Kurd ên Rûsya hate kirin, Komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin. Hevseroka Jinên Kurd a Navneteweyî Cûliyeta Aram li vir axivî û diyar kir ku tevgera azadiya Kurd li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê têkoşînek serketî pêk anîne.”