YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
YPG’ê nasnameya şervanê xwe Koçer Kobanê eşkere kir yê ku li Hesekê şehîd bûbû.
YPG’ê nasnameya şervanê xwe Koçer Kobanê eşkere kir yê ku li Hesekê şehîd bûbû.
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî xwe eşkere kir.
YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;
“Di dîroka 31’ê Adarê 2018’an de li herêma gundê Zixeyr ya Rojavayê Dêra Zorê di dema ku rêhevalê me Koçer Kobanê li ser erka xwe bû, di encama qezeya maşîneyê de ji serê xwe û pişta xwe bi giranî birîndar bû. Rêheval Koçer heya 19’ê Gulana 2018’an li nexweşxaneya Ş. Sarya a bajarê Hesekê de di bin venêrîna doxtoran de ma. Di 19’ê Gulana 2018’an de di encama birîndariya xwe şehîd bû.
Em serî de sersaxiyê ji malbata şehîd Koçer û tevahî gelê me re dixwazin. Em di şexsê şehîd Koçer de tevahî şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin û soza ku me daye şehîdan careke din dubare dikin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameyê şervanê YPG’ê wiha ye;
Nasnav: Koçer Kobanê
Nav û Paşnav: Ebdilhenan El Osman
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Reşîd
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cih û Dema Şehadetê: Hesekê / 19’ê Gulana 2018’an