Yek ji çar ciwanan di asta 'pê ve girêdayî' de Smartphone bi kar tîne

Li gorî lêkolîna li Asya, Ewropa û Emerîka, bi rêjeya çar ji yekê ciwan di asta 'pêve girêdayî' de smartphonê bi kar tînin.

Psîkiyatrên Kîng's College ya li Brîtanyayê li nava 42 hezar ciwanên li tevahiya dinyayê lêkolînek kirin. Li gorî lêkolînê rêjeya mirovên bi telefonên 'Smartphone' girêdayî ne zêde dibe. Di lêkolînê de encamên bi dehan lêkolînên li welatên Asya, Emerîka û Ewropayê hatin nirxandin û rêjeya bikaranîna telefonên Smartphonê di nava ciwanên di temenê 20 salî de hate nirxandin.

Li gorî lêkolînê ciwan bi telefonên Smartphonê ve girêdayî ne ku ev yek zerarê dide wan û tevî ku bikaranîna telefonên Smartphone ne pêwîste ev yek zêde dibe.

Di lêkolînê de hate destnîşankirin ku 23 ji sedî yê ciwanan telefonên Smartphoneyê bi rengê 'bê kêr' bi kar tînin. Ev rewş bi taybetî li gel zarokên keç ên nêzî ciwantiyê heye. Li gorî lêkolînê yek ji çar parên ciwanan di asta 'pê ve girêdayî' de telefonên Smartphone bi kar tînin.