Ji kongreya PKK'ê ya dîrokî -1

"Niha armancên dewleta Tirk ên veşartî çi ne em nizanin, lê belê wisa dixuye ku Rêber Apo bi sebir, siyaset û helwesta xwe careke din ew anîne ser riya rast."

Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK'ê, di 5-7’ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12’emîn pêk anî. Di çarçoveya bang û daxwaza Rêber Apo de biryarên dîrokî girtin û xwe fesix kir.
Ez jî yek ji wan rojnamevanên xwedî şens bûm ku tevlî vê kongreya dîrokî bûm.

Kongreya PKK'ê bi rojane ji gelek aliyan ve tê nîqaşkirin û diyar e ku wê hê jî were nîqaşkirin. Ji ber ku di 52 salên borî de, mohra PKK'ê di bin her cure geşedanan de hebû, bêguman ev biryar wê bandorê li pêşeroja Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn jî bike.

Ez ê derbarê kombûn, nîqaş, biryar û encamên kongreyê de agahiyê min kom kirî binivîsim, lê destpêkê bi cewherî em bînin bîra xwe, çi bû?

Dewleta Tirk, bi tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê di 2014’an de “Plana Çokdanînê” amade kir. Li gorî vê planê wê Rêber Apo, PKK û gelê Kurd, êdî wê ji rojev û siyaseta Tirkiyeyê bihatana derxistin. Êdî wê bi Rêber Apo re hevdîtin pêk nehata, gerîlla bihata perçiqandin, siyaseta demokratîk bihata tasfiyekirin. Di encamê de jî wê Kurd di qirkirinê de bihata derbaskirin. Tirkiyeyê jî bi vî awayî bûba hêzeke hegemonîk, Împaratoriya Osmanî nûjen bikira. Siltanê vê demê jî wê bûba Erdogan. Heta wezîrê faşîst yê demê Suleyman Soylu, mizgînî (!) dabû û gotibû “di 2016’an de êdî wê kes navê PKK'ê nebihîze.” Di encama vê plana qirker de şerekî dijwar, tineker dest pê kir. Weke dihat payîn PKK'ê û Kurdan jî di pêşengtiya Rêber Apo û gerîlla de li ber xwe dan. Di encama şerê 10 salan de derdora 10 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan. Lê Dewleta Tirk  negihişt armancên xwe. Lewra armancên wê li dijî hebûn û xwazayê bûn. Ku sed salî din jî şer bê kirin, di encamê de dîsa wê bisekine, yan lihevkirin an jî bi qutbûn, parçebûna Tirkiyeyê encam bibe. Li gorî ku ne Kurd dikarin bi tevahî Tirkan bikujin, ku armanc û siyaseteke wisa jî tine ye; ne jî Tirk dikarin bi tevahî Kurdan ji holê rakin, riya aqil, ehlaq û siyasetê, çareseriya demokratîk e…

Niha armancên dewleta Tirk ên veşartî çi ne em nizanin, lê wisa dixuye ku Rêber Apo bi sebir, siyaset û helwesta xwe careke din ew anîne ser riya rast…

Li gel geşedan û ajandayên hundirîn, pêşketinên li Rojhilata Navîn jî di pêkanîna vê pêvajoyê de diyarker in. Bi taybet jî şerê Îsraîl û Hamasê, di şexsê Sûriyeyê de hilweşîna rejîma Syces-Pycot a li Rojhilata Navîn û hwd.

Di encamê de 22’yê Cotmeha 2024’an de Bahçelî banga xwe ya tê zanîn kir. Rêber Apo jî, bi gotina wî “Di van 10 salên borî de dersa xwe baş şixûlî bû” bersiva erênî da Bahçelî jî. Weke ku dost-dijmin her kes qebûl dike, heta niha destê aştîxwaz ê kesî li hewa nehiştiye, dîsa nehişt.

Biraziyê Rêber Apo û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, piştî 43 heyvan peyama Rêber Apo ji Îmraliyê anî. Rêber Apo gotibû, ez dikarim vê pirsgirêkê ji zemîna şer û pevçûnê derxim, bînim ser zemîna hiqûqî û siyasî. Ev hêz û îradeya min heye. Bi rastî jî wisa kir. Îro her çi qasî provokasyon û êrîş hebin jî, zemînê siyasetê xurtir bûye. Bi çend hevdîtinên heyeta Îmraliyê re Rêber Apo ev pêvajo kemiland. Hem PKK hem jî dewleta Tirk amade kirin…

Rêveberekî PKK’ê, di nîvê meha nîsanê de ji min re got; “Xwe amade bikin, xebateke taybet heye. Belkî 10-15 rojan berdewam bike.” Ne wî tişteke din got ne jî me pirsî, lê me fêhm kir ku wê kongre yan jî xebateke amadekariya kongreyê were kirin. Weke hatî diyarkirin me xwe amade kir, hevalên peywirdar jî em girtin. Em ketin ser riyeke dûr û dirêj. Ez ji Behdînanê dûr bûm, bi rê û rêbazên taybet, bi têkiliyên PKK'ê û di bin ewlehiya Gerîllayên Azadiya Kurdistanê de em tev digeriyan. Balafirên keşfê hebûn, êrîşên balafirên şer, tank, top, hawan û hwd. qet nesekinîn, dorpêça PDK’ê berdewam bû, lê bi dîsîplîn û tedbîrên gerîlla, bêyî ku tişteke neyînî biqewime, em gihan cihê kongreyê. Di pêvajoya kongreyê de jî, di van kêliyên em vê nîvîsê amade dikin de jî êrîşên tank û topan berdewam in. Dema mirov van rastiyan dizanê û dibîne, nûçeyên şerê taybet ên weke “ji bo ewlehiya kongreyê Amerîka rol girt ser xwe…PDK bû alîkar” û hwd. mirov bi tenê gunehê xwe bi civakê tîne; gelo hê çiqas derewên weke van li civakê tên kirin?

Dema em çûn cihê kongreyê hê nû salon dihat amadekirin. Bi qasî 20-30 delege hatibûn. 17’ê Nîsanê bû, li gorî agahiyên dawî hatî wê di navbera çend rojan de kongre kom bûba… Lê di wê pêvajoyê de nexweşketin an jî sûîqasta Sirri Sureyya Onder, wê pêvajo dirêj bikira. Li cihê kongreyê jî ev mijareke germ a nîqaşê bû, fikrê hevpar ê gerîlla, “sûîqast” e. Digotin, “vê dewletê ji siltan/padîşahê xwe bigire heta Ozal, Eşref Bîtlîs, Bahtiyar Aydin…Ev qas mirovên xwe kuştine, mirovekî weke Sirri Sureyya nakuje?” Ezmûnên biêş ên dîroka Tirkiyeyê, dikir ku em jî maf bidin nirxandinên gerîlla, lê delîlekî şênber jî tune ye. Bawer im wê dernekeve jî. Lewra mirovekî ev qas nexweşiyên wî hebin, di serdema me de dikarin bêyî ku şopê bihêlin jî bikujin…

Di encamê de mixabin Sirri Sureyya Onder şehîd bû, vê agahiyê hemû delegeyên kongreyê xemgîn kirin. Peyamên Rêber Apo, bûbûn tercumanê hestên gerîlla jî. Ez jî wî mirovê hêja bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînim. Sersaxiyê ji hezkiriyên wî re dixwazim.

Lê diviya bû pêvajo jî bimeşe…Li hin cihan pirsgirêk derketine, lê çi ye ji me re nehat gotin. Bi qasî ku min fêhm kir, dewleta Tirk sozên dabûn Rêber Apo û PKK'ê pêk nedianîn, yanî nedixwest Rêber Apo kongreyê araste bike, bi rê ve bibe. Rêveberiya PKK'ê jî zelal bû, weke ku di ragihandinê de jî eşkere kir, “Heta ku Rêber Apo bi şêwazekî tevlî kongrê nebe, bi rê ve nebe, em kongreyê kom nakin.” Bi dehan delege amade bûn, lê rêveberî û fermandariya jor hê jî nedihatin cihê kongrê. Vê nîşan dida ku hê krîza heyî çareser nebûye.

Delegeyên kom bûbûn jî dema xwe bi lêhûrbûna li ser nirxandinên Rêber Apo yên berê xwe ji pêvajoyê re amade dikirin…

Serê meha Gulanê, agahiyek hat û rêveberan gotin ku bi şêwazekî Rêber Apo wê xwe bigihîne me, peyam hatiye, wê kongre kom bibe, lê hin mijar zelal nebûne.

Di vê navberê de hevalên peywirdar jî salona kongreyê bi temamî amade kiribûn.

Ji ber ku veşartîbûn pir girîng bû, nivîsa “Kongreya 12. A PKK’ê” heta beriya 4-5 rojan jî nehatibû nivîsandin.

Her wiha ji delegeyan re îlankirina şehadeta Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Alî Riza Altûn jî agahiyeke biêş û surprîz bû. Derbarê fîlozofê çiya, tercumanê hestên gerîlla Alî Haydar Kaytan de nûçe zahf derketibûn, heta astekê dihat zanîn. Lê agahiya Riza Altûn gelek gerîlla hejandin. Atmosfera salona kongreyê bi daleqandina wêneyên her du şehîdên mezin, avakerên PKK'ê pir pir giran bû. Çavên gelek hevalan tijî bûbûn.

4’ê Gulanê Fermandarê Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan hat ba me. Êdî bellî bûbû ku wê kongre pêk were. Hemû heval kom bûn, civîneke kurt li dar xist, destûr dan ku em jî tevlî bibin. Derbarê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de axivî. Qedr û qîmetê wan ê li cem Rêber Apo û di nav Tevgerê de anî ziman. Ew jî, hemû heval jî gelekî hestewar bûn. Bi cewherî got, “Windahiyên gelekî mezin in, lê têkoşîn gihandina serkeftinê, deynê li stûyê me ye. Em soz didin em ê layiqê van şehîdên mezin û Rêber Apo bin.” Her wiha M. Karayilan derbarê pêvajoyê de jî hinek agahî dan, got em li benda hevdîtina bi Rêber Apo re ne, dema ku peyama Rêber Apo hat, em ê dest bi kongreyê bikin û civîn qedand. Dihat fêhmkirin ku krîza heyî heta astekê çareser bûye.