Talana li Amazonên Brezîlyayê mezin dibe

Li Daristanên Amazonê ku weke pişika dinyayê tên binavkirin, talana daran didome. Di nava salekê de qadeke ji pênc hezar kîlometreçargoşeyî ji holê hate rakirin.

Li gorî daxuyaniya Ajansa Fezayê ya Brezîlyayê, tenê meha Hezîranê li Amazonên Brezîlyayê daristana ji 92 hezar hektarî ji holê hate rakirin. Li gorî daneyên ajansê, li gorî Hezîrana 2018'an qada daristanî ya ji holê hate rakirin bi rêjeya heyştê û heyşt ji sedî zêde bû.

Ajansê her wiha ragihand ku ji Tebaxa 2018'an heta Hezîrana 2019'an yanî di nava 11 mehan de, qadeke ji 456 hezar û 500 hektar ji holê hatiye rakirin. Ev yek jî ji gelek welatan mezintir e.

Qadên daristanî yên li Brezîlyayê ku 60 ji sedî yê Daristanên Amazonê lê ne, pêşkêşî şîrketên mezin ên çandiniyê, înşaet û mobîlyayê tên kirin.

Piştî ku Jair Bolsanoro yê rastgir di hilbijartinên sala derbasbûyî de bi ser ket û bû desthiladtar, talana daristanan zêde bû.