Pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar li benda alîkariyê ye

Xwedekarên biçûk ên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî yên Pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar ji ber nebûna pirtûkên li gorî temenê xwe ji xwendinê bêpar dimînin. Xebatkarê pirtûkxaneyê banga alîkariya lezgîn a pirtûkên zarokan kir.

Ji ber nebûna pirtûkên çîrok û helbestan zarok û xwendekarên biçûk ên Pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar ên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ji xwendinê dimînin. 

Pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar a di bin sêwana Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) a Komelên Ciwanên Mexmûr de sala 2014'an bi kedeke mezin hatibû avakirin, her roj bi dehan zarok û xwendekarên biçûk li dora xwe dihewîne.

Beşeke mezin a pirtûkxaneyê ji dahûrandin û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Wêjeya Gerîla pêk tên. Li gel vê jî beşên Roman Kurdî-Tirkî, dîsa helbest Kurdî-Tirkî, lêkolîn Kurdî-Tirkî û beşek ji bo zimanê Îngilîzî, Erebî û zaravayê Kurdî Soranî jî hatiye veqetandin.

HEM DIXWÎNIN Û HEM JÎ JI BO KARÊ MALÊ JÎ ÇÊDIKIN

Xwendekar piştî wane diqede, bi kelecaneke mezin berê xwe didin Pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar a wargehê. Xwendekarên ji çavên wan ronahî dibiriqin, ji bo pirtûkxwendinê bi kêfxweşî dikevin hundirê pirtûkaneyê. Sê xwendekarên dibistana seretayî pişt qedîna dibistanê bi kelecan pirtûkên ku berê çend rojan biribûn, bi devkenî hatin radest kirin û ji bo pirtûkek nû bigire berê xwe dan refên pirtûkan. Bi kelecanî pirsa pirtûka Cigerxwîn û Melayê Cizîrî kir. Bi alîkariya xebatkaran pirtûk hate radestkirin. Hema li ser lingan hê ne rûniştin pelên pirtûkê qelibandin û jînameya Cigerxwîn û Melayê Cizîrî derxistin û li hev kombûn û bû pist pista wan. Li ser pirskirina xebatkar hûnê çi bikin; xwendkaran anî ziman ku mamoste weke karê mal ji bo wan jînameya wêjevanan pirsiye û ew jî berê xwe dane pirtûkxaneyê. Xebatkar rahişt pirtûkê jîname ji bo wan xwend û wan jî bi kelecanî ketin ber nivîsê.

PIRTÛKÊN LI GORÎ TEMENÊ WAN KÊM IN

Di vê navê de çend zarokên temenê wan navbera 8-10-12 bi bez ji deriyê pirtûkxaneyê ve bi ken ketin hundir her yek pirtûkeke bêrê biribûr, radestî berpirsyarê pirtûkxanê kirin û li ber refan li pirtûkek din geriyan. Lê ji ber kêmbûna pirtûkên çîrok, helbest û temenên wan bi deqeyan li ber refên pirtûkan digeriyan. Di carekê de pirtûkxane tije ji xwendekarên biçûk bûn.

JI BER NEBÛNA PIRTÛKAN DEST VALA TÊN ŞANDIN

Têkildarî mijarê Berdevkê Komelên Ciwanan ên Mexmûr û xebatkarên pirtûkxaneyê Bedran Yuruk anî ziman ku xwendekarên wan ên biçûk pir in û piranî jî xwendekarên dibistananên seretayî û navîn in. Yuruk bibîr xist ku eleqeya xwendekar bi taybet jî xwendekarên seretayî pir in û got: "Lê ji ber nebûna pirtûkên zarok, çîrok û temenên zarokan, pirê caran em zarokan dest vala dişînin."

DAXWAZ ROMAN Û NIVÎSKARÊN CÎHANÎ NE

Yuruk da xuyakirin ku ciwanên wargehê jî li gorî berê hê zêdetir eleqeyî xwendinê ne û dîsa jî tercîha xwendekaran ji bo roman û pirtûkên nivîskarên cîhanî ne û wiha dom kir: "Dîsa ji ber nebûna derfet û rewşa wargehê ev pirtûk jî li pirtûkxaneya me kêm in û heta mirov dikare bêje nîne. Ji bo vê jî ciwan nikarin xwe bigihînin van pirtûkan."

DEMÊ ŞIKANDINA ÇEKA DIJMIN E

Berpirsê pirtûkxaneyê bal kişad ser mijareke balkêş û teşwîqkirina xwendinê û wiha pêde çû: "Dijminê me cehalet û nezanîna me tim weke çekekê di destê xwe de girtiye û li dijî civaka me û bi taybet li dijî dayik û bavên me bikar aniye. Ji bo vê divê dayik û bav bi taybet mamoste rê nîşanî xwendekar û xwendinê bin. Serdema em têde serdema zanîn û fêrbûnê ye. Ji bo erkekî mezin dikev ser milê malbat û dayik û bavan."

KARÊ LEZGÎN PEYDAKIRINA PIRTÛKÊN ZAROKAN IN

Bedran Yuruk daxwaz ji xwêner û nivîskaran kir ku ji bo zarokên wargeha Şehîd Rustem Cûdî û xwendekarên biçûk ji xwendinê bêpar nemînin pirtûkên çîrok û helbestan ên zarokan ji bo pirtûkxaneya wan bişînin. Yuruk got: "Niha ji bo pirtûkxaneya me karê herî lezgîn dabînkirina pirtûkên zarokan in. Çavê me li rêya şandin û alîkariya pirtûkên zarok in."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şehîd Reşîd Serdar yek ji Fermandarên Gerîlayên HPG'ê yê Herêma Zagros ku di Pêvajoya Şerê Gelê Şoreşgerî de sala 2012 li herêma Zagros 18'ê Mijdara 2012 Şehîd bû.