Pêwendiya rîska demansê bi hormona ostrojenê heye

Tê gotin ku pêwendiya nexweşiya demansê bi hormona ostrojenê heye ku li dinyayê 50 milyon kes bi vê nexweşiyê ne.

Du ji sê parên nexweşiya demansê (xurifînê) ku 50 milyon kes pê ye, ji bûyerên Alzheimer e. Li gorî lêkolînên beriya niha du ji sê parên nexweşiyan bi jinan re rû didan.

Di lêkolînekê de eşkere bû ku temenê destpêkirina adetê ya jinan û temenê destpêkirina menopozê yekser pêwendiya xwe bi demansê heye. Di çarçoveya lêkolîna saziya tenduristiyê Kaiser Permanente ya li Kalîforniyayê de, daneyên tenduristiyê yên 6 hezar jinan hatin lêkolîn.

Ji jinên tevlî lêkolînê bûn û 42 ji sedî yê wan piştre bi nexweşiya demansê ketin, temenê wan ê destpêkirina adetê bi giranî 13 bû, temenê wan ê menopozê jî 45 salî bû. Hate ragihandin ku malzaroka 34 ji sedî yê beşdarên lêkolînê bi emeliyatê ji wan hatin wergirtin.

PÊWENDIYA XWE BI OSTROJENÊ HEYE

Li gorî lêkolînê jinên ku di 16 salî de adeta wan dest pê kir an jî ji mezintir dest pê kir li gorî jinên ku di 13 salî de adeta wan dest pê kir bi rêjeya 23 ji sedî hîn bêhtir bi rîsk e ku bi nexweşiya demansê bikevin. Di heman demê de rîska jinên ku beriya 47 salî ketin dema menopozê li gorî yên derengtir dikevin menopozê bi rêjeya 19 ji sedî zêdetir e. Jinên ku malzaroka wan bi emeliyatê ji wan hatiye wergirtin rîska bi wê nexweşiyê bikeve bi rêjeya 8 ji sedî ji yên jinên din zêdetir e.

Ji pisporên ku lêkolîn bi rê ve bir Paolo Gîlsanz diyar kir ku kêmbûna hilberîna hormona ostrojen ku di dema adetê de jin hildiberînin, yekser pêwendiya xwe bi rîska demansê re heye. Gîlsanz bi bîr xist ku hilberîna ostrojenê di dema ducantiyê de, di bikaranîna dermanên astengkirina ducantiyê de, di tedawiyên hormonê de dikarin kêm bibin. Gîlsanz destnîşan kir, ji bo ew tespît bikin ku ev yek di kîjan astê de bandorê li rîska demansê dike divê ew hîn bêhtir lêkolînan bikin.

Ji 60 heta 70 ji sedî yê nexweşên demansê nexweşên Alzheimer in. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ya Neteweyên Yekbûyî, hejmara nexweşên demansê wê heta sala 2050'î bigihêje 150 milyon mirovî.