Namzetê ciwan wê Johnson ji qoltixê wî bike?

Pêrşembê li Brîtanyayê wê hilbijartina giştî bibe. Di hilbijartinê de rikberê herî xurt ê Serokwezîr Johnson ciwanê Îranî yê 25 salî ye û tê texmînkirin ku rikberê Johnson wê wî ji qolxitê wî bike.

Li banliyoyên Londrayê, herêma hilbijartinê yê lîderê Pariya Muxafazakar Borîs Johson, rikberê wî yê li Uxbrîdgeyê, ji Partiya Karker, namzetê ciwan Elî Mîlanî ye. Heke  Mîlanî yê 25 salî di hilbijartina yek dorî de bibe yê pêşî û parlamenter ji ber ku wê bikaribe serokwezîrtiya Johnson asteng bike di rojeva medyayê de ye.

Mîlanî ji Tehranê ye û ji zaroktî çûye Ingilistanê, têkiliyên navnetewî dixwîne û alîkariya seroktiya yek ji yekîneyên navdar ê xwendekaran Natîonal Unîon of Stûdents (NUS) kiriye.

Her çendî herêma hilbijartinê Uxbrîde-South Ruîslîp ku Johnson namzeta xwe lê daniye, hilbijêr piranî bi muxafazakariya xwe têne zanîn jî, di hilbijartina dawî de cihêtiya di navbeyna du namzetan de bal kişandibû. Di hilbijartina 2017'an de Johnson tenê bi 5 hezar dengî dabû pêşiya rikberê xwe û ev cihêtî di hilbijartina bihûrî de heta bi nîvî ketibû.

Li aliyê dî tê zanîn gelek hilbijêrên herêma hilbijartinê nexasim ji ber polîtîkayên li qada tendiristiyê ne xweş in.

Xaleke dî jî ew e ku di serî de Partiya  Karker partiyên muxalîf ji bo ku Johson ji derb bixin vê ji bo xwe mîna fersendeka girîng dibînin.

Li gorî ankêtan her çendî Johnson li derdora 50 ji 100'î yê dengan bistîne jî, texmîn ew ku rikberê wî Elî Mîlanî 40 ji 100'î yê dengan wê bistîne. Ev jî nîşan dide ku wê hevdû bikişkişînin.

Heke Johnson neyê hilbijartin, partiya wî bibe xwediyê piraniya kursiyan jî serokwezîrtiya wî zehmet xuya dike. Ji ber ku vê sedsala dawî serokwezîran di ti hilbijartina parlamentoyê de zora rikberên xwe nebirine.