'Muzîk ruhê min ê duyemîn e'

Hostayê tembûr û gîtar Cem Guvenç diyar kir ku di 7 saliya xwe de hînî lêdan û çêkirina tembûrê bûye û got: "Muzîk eynika civakê ye, tu mirov bê Muzîk nikare bijî. Ez gelek ji Muzîkê hez dikim û Muzîk weke ruhê min yê duyemîn e."

Welatiyê bi navê Cem Guvenç (44) ê li navçeya Yenîşehir ya Amedê di dikana xwe ya biçûk de 37 sal e bê navber tembûr û gîtaran çêdike û çak dike. Guvenç, dibêje di temenê 7 salî de ew vî pîşeyî ji bavê xwe hîn bûye û anî ziman ku tu mirov bê Muzîk nikare bijî û got, Muzîk eynika civakê ye.

 

Guvenç da zanîn ku ew ev huner di zarokatiya xwe de ji bavê xwe hîn bûye û wiha behsa hunera xwe kir: “ Di sala 1981’an de li navçeya Sûrê dikana bavê min hebû, bi salan bavê min tembûr û erbane çêdikir. Ez vî karî ji bavê xwe hîn bûm û bavê mîn jî ji kalê min hîn bû. Ez karek û hunerekî ji bav û kalan derbas î min bûye. Dema ku ez li ber destê bavê xwe hîn bûm, eleqeya min ji bo lêxistina tembûrê jî hebû. Li aliyekê hînî lêxistinê û li aliyê din jî hînî çêkirina tembûrê bûm. 

‘MUZÎK EYNIKA CIVAKÊ YE’

Guvenç anî ziman ku ji ber heskirina zêde ya amûrên Muzîkê wî xwest li Zanîngehê beşa Konservatuarê bixwîne û wiha pê de çû: “Ez li dibistanê mamosteyê Muzîkê me û di demê xwe yê vale de têm li dikana xwe tembûr û gîtar çêdikim û çak dikim. Dîsan welatî û ciwanên dixwazin ez dersen taybet didim. Bi heskirinek mezin ez karê xwe dikim, dema ez tembûr û gîtar çêdikim bi heskirin çêdikim. Karê Muzîkê karekî dil û hes divê. Muzîk eynika civakê ye, tu mirov bê Muzîk nikare bijî. Ez gelek ji Muzîkê hez dikim, Muzîk weke ruhê min yê duyemîn e.”

‘HOSTEYÊN AMÛRÊN MUZÎKÊ KÊM IN’

Guvenç bilêv kir ku di vê demê de hosteyê amûrên Muzîkê gelek kêm in û got, divê mirov bingehê wê hîn bibe. Guvenç destnîşan kir ku kesên ku bixwazin bibin hosteyê çêkirina tembûr û gitarê divê pewerdehiya wê bibinin û wiha got: “Ez jî dema zorok bûm, perwerdehiya tembûrê ji bavê xwe girt. Hunera çêkirina amûrên Muzîkê karekî zehmete û ket ji bo wê divê. Ruh dayîna amûrên Muzîkê keyf û bextewariyek mezin dide min. Ez hem ruh didimê hem jî amûrên din yên Muzîkê nûjen dikim.”