Li Yewnanistanê bager rabû: 7 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn

Ji ber bahoz û teyroka li Halkîdîkî ya herêma geştê ya dikeve bakurê Yewnanistanê, bi kêmanî 7 kes birin, 23 kes jî birîndar bûn.

Li gorî televîzyona ERT a civakî, bagera ku şeva Çarşemê pêk hatî, 20 deqîqeyaan dom kir. Di bagerê de 2 jê zorok 7 kes mirin.

Li Kasandrayê ku 70 kêlometre ji Selanîkê dûr e, ji ber ketina dareke ya li ber otelekê yek jê Rûs zaroka 2 salî mirin.

Li Propantîda Nêz cotyarekî Çekî yê dema bagerê taştê dixwar jî miriye. Her wiha ji ber firîna banê avahiyekê jî yekê Romanî zaroka wê mirin.

Parastina Sivîl anî ziman ku ev cara yekê ye ku bagerekî wiha bi hêz pêk tê, her wiha hate gotin li gel vê jî teyrokek dijwar lêkiriye.

Li gorî polîsên peravê deryavaneke bi temen jî winda bûye. Bi dehan kesên birîndar rakirine nexweşxaneyê.

Ji beriya vê bagerê li Yewnanistanê di nava du rojên dawî de pileya germahiyê xwe li 37’an dabû.