Li Kirmanşan cejna hilberînê hate pîrozkirin

Hemû salê di vê werzê de şêniyên Mahîdeştê ya girêdayî eyaleta Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê merasîma cejna bereketa hilberîn tê lidarxistin.

Ev merasîm a ku ji bo sipasdariyê ya bi munasebeta berhevkirina berheman, xêr û berekete tê lidarxistin bi tevlîbûn û pêşwaziyeke mezin a şêniyên gundê Qemşê seyîd Yeqûb a girêdayî Mahîdeştê hat lidarxistin.

Beşdarên di vê merasîmê de bernameyên cûr be cûr weke mûzîkjeniya Kurdî bi duhol û zurnayê, dîlan, pêşbaziya werîsê, dengbêjî (Hore), xwarinpêjî û meşk kewandin pêşkêş dikin.

Her wiha di vê rojê de berhemên ku çandine nîşan didin û ji bo cotyarên ku b erhemên wan başin spasî spasname tê dayîn.

Şêniyên heremê bi cil û bergên Kurdî xwe dixemlînin û tevlî merasîmê dibin.

Bajaroka Mahîdeşt 20 kîlometran ji bajarê Kirmaşanê dûr e û dikeve navbera Kirmaşan û Şadabad.

Deşta Mahîdeşt yek ji van deştê herî mezin ê Îran û Kurdistanê ye.

Ev herême bi welatparêzî û devlemendiya xwe ya dîrokî tê naskirin.