Li Colemêrgê gel hay ji kavilbûnê heye, çareseriyê dixwaze

Li Colemêrgê, navendê qeyûm kavilbûneke çawa anî, şêniyên bajêr çi difikirin, şaredarên nû çawa dixebitin.

Di hilbijartina xwecih de li Colemêrgê Hevşaredarên HDP'ê Cîhan Karaan û Humeyra Armût bi ser ketin û zû dest bi xebatan kirin.

Wan dest bi xebatan kirin lê kavilbûna ku qeyûm li pey xwe hiştî wiha zû ranebe. Li gel 200 milyon deyn, xebatên ku ji çav re kirin jî yek bi diteqin.

Me ji şêniyên bajêr pirsî bê ka ew ji xebat û xizmetên piştî hilbijartinê dilxweş in an na.

Kahir Demir, bavê 7 zarokan ku ji Colemêrgê ye dibêje, ''Em ji şaredariyê dilxweş in.''

Demir got, ''Weke qeyûm di ser guhê xwe re navêjin. Bi derfetên heyî ji bo me hewl didin ku tiştinan bikin. Em vê dibînin.Me jî dengê xwe da, lê karê me bi vê tenê naqede. Niha divê em dest bidin hev û bi hev re şaredariya xwe rakin. Çi peywir bikeve ser milê kê em hazir in. Helbet pirsgirêkên me yên sereke yên mîna av û rêyan hene. Em bawer dikin, heta ku şaredariya me hebe, em ê heq ji vê derkevin.''

Hasan Paksoy jî got, dema qeyûm hin xebat hatine kirin lê ji fêdê bêhtir ziyan dane wan û got, ''Pêşî ji me weye ku qeyûm xizmetê ji me re dike.''

Paksoy got, ''Lê tenê ji AKP'yiyan re xebitîne. Li taxên ku AKP'yî lê hene hinekî xebitîne û bêrîkên alîgirên xwe tije kirine. Dema ku niha em dinerin em ti xizmetê nabînin. ''

Îrfan Uslu jî got, ''Xebatên şaredariyê her kesî têkildar dike, herî pir jî bandorê li me esnafan dike.''

Mehmet Emîn Koru jî got, ''Em ji nêz ve xebatên şaredariya xwe dişopînin.''

Koru got, ''Barê wan giran e em zanin. Heta dawiyê em ê li gel şaredariya xwe bin. Pirsgireken me hene. Lê ew tirsa me tine ku ew jî weke qeyûm bêrîka xwe tije bikin. Baweriya me bi şaredarên me heye. Em bawer in heta salekê wê vî barî ji ser pişta xwe bavêjin û weke berê rakin.''