Li Başûrê Kurdistanê lîstika 5 hezar salî

Raboriya 5 hezar salan a lîstîka Qraliyetê ya Ûrê heye. Ev lîstîk di sala 1922’an ji nû ve hate keşifkirin. Lê destpêkê rêzikên lîstîkê nedihatin zanîn. Piştî 50 salan ev rêzik jî hatin dahûrandin û niha li Ranyayê ji nû ve tê lîstîn.

Lîstika Qraliyetê ya Ûrê ku yek ji lîstikên herî kevin ên Mezopotamyayê ye, li zanîngeha Raperîn a Ranyayê tê fêrkirin. Huşmend Muwafaq, yek ji wan kesan e  ku piştî hezar salan ji nû ve vê lîstîkê dide nasîn e.

AFP’ê, nûçeyek weşand ku li Başûrê Kurdistanê lîstikeke ku piştî hezar salan di bin axê de mayî ji nû ve hatiye keşifkirin û nasîn. Muwafaq, tîne ziman ku vê lîstîkê ji nû ve zindî dikin û bi vî awayî dixwazin raber bikin ku mirov xwedî paşeroja xwe derdikevin.

Muwafaq dibêje, “Dema em qala rabirdûyê dikin, em qala dema ku hêj Iraq tuneyî, dema şaristaniyên di navbera çemên Dîcle û Firatê de Sumer, Aqad, Asûr an jî Babil dikin. Lîstika Qraliyeta Ûrê, di dema xwe de li herêmê weke lîstîka Text(Tawle) populer bûye.

Sêniya lîstikê ya bi şiklê tîpa “H”yê sala 1992’an, li goristana Ûrê ya Qralîyetê di encama kolana arkeologan ku bajarê Hz Îbrahîm lê ji dayik bûye hatibû keşifkrin.

Arkeologên pispor ên pêşangeha Brîtîshê ji bo raza wê dahûrînin 50 salan li ser lêkolîn kirin. Hate ragihandin ku ev berhema ji axê hatî çêkirin, xwedî raboriyeke 2 hezar salan e.

Ji rayedarên kevnargehê Irving Finkel, anî ziman ku ji aliyê basît yê lîstikê wêdetir, lîstikeke ku li ser şert dihat girtin bû. Ji bo kesên ku ji astrolojiyê bawer dikirin wisa dihat zanîn ku lîstik ji aliyê Xwedê ve tê rêvebirin û li ser dahatûyê xwedî bandor bû.

Li gorî nûçeya AFP’yê arkeologê Îngilîz ê ku li zanîngeha Raperînê Ashley Barlow ders dide, piştî dahûrandina raza wê hewl dide ji ser xaka xwe ji nû ve zindî bike.