Li Amedê polîsan êrîşî gel kirin - NÛ BÛ

Ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyên HDP'î, gel ber bi avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve meşiya. Polîsên Tirk êrîşî gel kirin.

Gelê Amedê ji bo tevlî daxuyaniya çapemeniyê bibe ber bi avahiya şaredariya bajarê mezin ve meşiya. Destpêkê li kolana Elazigê ya ku avahiya şaredariyê lê ye li hev kom bû û polîsên Tirk ji wan xwestin ku belav bibe. Lewma heta demekê nîqaşê dom kir. Piştre polîsên Tirk êrîşî gel kirin. Êrîş bi TOMA û ava şid hate kirin û ji ber êrîşê hin kes birîndar bûn.

Gel li nava kolanên derdorê ye û bi biryare ku xwe bigihîne ber avahiya şaredariyê.

ASTENGÎ Û DORPÊÇKIRIN

Parlamenter, hevşaredar û rêveberên partiyê yên HDP'ê ku tevî gel ber bi avahiya şaredariya bajarê mezin a Amedê ve meşiyan li Parka Koşûyolûyê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin astengkirin. Gelê li Parka Koşûyolû jî bi biryardarî dixwazin xwe bigihînin ber avahiya şaredariyê.