KONGRA-GEL ji bo Mehmet Ocak peyama sersaxiyê weşand

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL, ji bo kurê Elîf Ana Mehmet Ocak ku çû ser dilovaniya xwe, peyama sersaxiyê weşand.

Endamê Ocaxa Sînemîlî ya Pazarcixê û xizmetkarê 'Dergaha Elîf Ana' Mehmet Ocak ku kurê Elîf Ana ye, 13'ê Kanûnê roja Sêşemê çû ser dilovaniya xwe.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL peyameke weşand, sersaxî ji malbata wî û civata Elewiyan re xwest û got, "Bila rehma Xwedê li canê me Mehmet be."