Kemalbay: Pêşeroja Çiyayên Kaz û Heskîfê hevpar e

Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay serdana çalakiya “Nobeta Av û Wicdanê” ku li Çiyayên Qazê didome kir û bal kişand li ser girîngiya hevpar a Çiyayên Kaz, Heskîf û Mûnzûrê.

Bertek û nerazîbûna gel a li dijî lêgerîna şîrketên bazirganiyê ya zêrê bi sîyanur a li kontara Çiyayê Kaz didome. Şîrketa herêmî ya Madenvaniya Bîga ya Rojhilat ku girêdayî Alamos Gold a Navenda wê li Kanada ye, li Gundê Kirazli yê Çanakkaleyê xebatên înşaeta madenê berdewam dike. Ger ku qada madenê bi temamî têkeve meriyetê wê li herêmê nêzî 200 hezar dar bên birîn. Wê nêzî 5 hezar û 200 ton teqemenî bê teqandin.

Girseya ku li dijî talankirina xwezayê "Nobeta Av û wîcdan" digirin, bi çalakiyên rengîn bertekên xwe tînin ziman. Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpîl Kemalbay, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy, Endama MYK'ê ya HDP'ê Îlknur Bîrol, Hevserokên HDP'ê yên Çanakkaleyê Seza Bektaş û Nevzat Kutlay, endam û rêveberên HDP'ê 15 roj in li dijî talankirina daristanê di çalakiya nobetê de ne.

Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpîl Kemalbay, çalakgerên ku li dijî talankirina daran li qontara Balabanê dest bi "Nobeta Av û wîcdan" kirine ziyaret kir. Lijneya Koordinasyonê jî bi çalakgerên ku li dijî biryara nobeta bê kon bidomîne bertekên xwe anîn ziman re hat cem hev. Çalakgeran diyar kirin ku ew çalakiya bê kon qebûl nakin û wê forumek hevpar ava bikin û li gorî biryara vê forumê wê tevbigerin.

‘EV BERXWEDAN WÊ PÊŞEROJA HESKÎF, MÛNZÛR Û GOLA SELDA DIYAR BIKE’

Kemalbay, diyar kir ku gel di forumê de çi biryarê bistîne wê li pişt biryarê bin û wiha got: "Mirov li xwezaya xwe xwedî derkevin mafê wan ê herî dewa û xwezayî ye. Divê berî her tiştî vîna gel bê nasîn û esas bê girtin. Berxwedana Çiyayê Kazê gihişt sed hezaran û her diçe mezin dibe. Ev berxwedana li Çiyayê Kazê wê pêşeroja Heskîf, Mûnzûr û Gola Selda jî diyar bike. Ciwanên ku li Heskifê li djî tunekirinê li ber xwe didin rastî astengiyan tên. Leşker ciwanan destgîr dikin. Ev li dijî hiqûqê ye. Mafê tu kesî tune ku çalakiyên demokratîk asteng bike."

Kemalbay, anî ziman ku li salan e hemû erdnîgarî talan û wêran dibe û wiha bi dawî kir: "Şîrketên biyanî, talankirina ku li welatê xwe nakin, tên li vir bi hêsanî dikin. Dema gel bertek nîşanî vê yekê dide jî wekî siyasî pênase dikin" 

Kemalbay, piştî li daxwazên girsê guhdar kir, li gel heyetê çû li cihê hatiye kolandin lêkolîn kir.

Girseya ku nobetê digirin piştî foruma li dar bixin wê sibê biryara xwe ya ji bo çalakiyê diyar bikin. Çalakgeran di nava xwe de 15  kes wekî nûner diyar kirin û piştî biryara di forumê de derkeve holê wê hevdîtinan bikin. Forûma duh dest pê kir heta derengê şevê bi nîqaşan berdewam kir.