KCK'ê sersaxî ji bo Mîr Tehsîn Beg xwest

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê di serî de ji malbata Mîr Tehsîn Beg, ji tevahiya civaka Êzidî re sersaxî xwest.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya wefata Mîr Tehsîn Beg peyameke sersaxiyê ya nivîskî weşand. 

Komîteyê di peyama xwe de wiha got:

"Me bi xemgînî bihîst ku Nûnerê dawî yê saziya Mîrtiyê yê baweriya civaka me Êzidî Mîr Tesîn Beg çûye ser dilovaniya xwe. Wefata Mîr Tehsîn Beg hemû gelê me xistiye nav xemgîniyê. Em ji ber wefata Mîr Tehsîn Beg di serî de ji malbatê re, ji tevahiya Civaka Êzidî re sersaxiyê dixwazin, êş û xemgîniya wan parve dikin. 

Yekane daxwaza Mîr Tehsîn Beg ew bû ku civaka me ya Êzidî di nava yekîtî û hevpariyê de bijî. Civaka me ya Êzidî ancax bi yekîtiyê pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike, pêşî li ferman û êrîşan bigire. Mîr Tehsîn Beg jî bi vê bawerî û zanebûnê nêz bû û girîngî da yekîtî û bihevrebûna Êzidiyan. Lewre divê nûnerên civaka me ya Êzidî yên bawerî û siyasî jî bi vê bîranîna Mîr Tehsîn Beg ve girêdayî bimînin û di vê rê de ji bo yekîtî û yekbûna civaka Êzidî xizmet bikin ku ji bîranîna wî re bibin bersiv. Her tim Mîr Tehsîn Beg xwestiye civaka me ya Êzidî ku hê birînên fermana Şengalê nû ne, yekîtiya xwe ava bike, parastina xwe pêk bîne û bikare pêşî li fermanên nû bigire. Mîr, her tim piştgirî daye vê û ji bo vê ketiye nav hewldanan. Ji bo pêkanîna vê daxwaz û armanca Mîr Tehsîn Beg, barê stûyê her ferdê Êzidî ye ku Şengala xweser û demokratîk biparêze û bigihîne encamê. Em bi vê wesîleyê careke din vê binbarî û berpirsyariya Êzidiyan bi bîr tînin. 

Li ser navê KCK’ê em careke din xemgîniya civaka Êzidî ya ji bo Mîr Tehsîn Beg parve dikin. Ji tevahiya civaka Êzidî û nûnerên wan ên baweriyê re re sersaxî û sebrê dixwazin."