Jûdovanê Kurd li Rûsyayê bû şampiyon

Rûslan Şaxbazov li herêma Krasnodar a Rûsyayê ye, di tûrnûvaya Ewropayê de xelata zêrîn wergirt.

Ciwanê Kurd ê ji Rûsyayê Rûslan Şaxbazov tevlî pêşbirka ciwanan a Ewropayê bû û di beşa giraniya 100 kîloyî de bû şampiyon. Hevrikê Rûslan şampiyonê ciwanan ê Ewropayê Stefan Hegîle bû. Rûslan ê 22 salî hevrikê xwe têk bir û xelata zêrîn bi dest xist.

Rûslan heta niha di gelek pêşbirkên ciwanan de 5 caran xelat bi dest xistiye. Tevî vê yekê cihê xwe di nava rêz Yekemîniyên Ciwanên ji 21 salî biçûktir ên Cîhanê de girt.

KARYERA WÎ SALA 2011'AN DEST PÊ KIR

Rûslan Şaxbazov sala 1996'an li herêma Krasnodar a Rûsyayê ji dayik bû. Rûslan ku ji malbateke welatparêz e, di zarokatiya de bala wî çû ser jûdoyê û dest bi perwerdeyê kir. Sala 2011'an di tûrnûvaya xwendekarên Rûsyayê de bû yekemîn û bi vî rengî karyera wî dest pê kir.