Jin li Lozan û Bellîzonayê meşiyan

Jinên li bajarên Lozan û Bellîzona yên Swîsreyê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê meşiyan.

Rêxistinên jinan ên di bin sîwana Tevgerên Femînîst ên Kolektîf de cih digirin, bi wesîleya 25'ê Mijdarê li Lozanê meş û mîtîngek li dar xistin. Jinên Kurd jî bi al û rengê xwe tevlî çalakiyê bûn.

Jin li meydana Rîpponeyê li hev civiyan û piştî ku bi navê Kolektîfa Femînîst daxuyanî hate dayin, ber bi meydana Palûd ve bi qîrîna dirûşman meşiyan. Jinan li qada çalakiyê qala tundî, destdirêjî û destavêtina li jinan tê kirin, kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî", "La femme" û "La vie, la lîberte" hatin qîrîn.

Di mîtîngê de Dîlan Zobû bi navê Meclîsa Jinên Kurd Lajîn a Lozanê axivî û ji bo têkoşîna hevpar bang li jinan kirin.

Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.

BELLÎZONA

Li bajarê Bellîzona yê Swîsreyê, rêxistinên jinan ên Swîsreyî û jinên Kurd çalakiyeke hevpar organîze kirin. Dirûşma "Jin jiyan azadî" li qadê deng veda.

Jinên ku li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan, bi pankarta bi nivîsa "Na ji şîdeta li jinê re" meşiyan. Jinan jinên li kampên penaberan ên li Bellîzonayê ziyaret kirin. Piştre mîtîng li dar xistin û bi qîrîna dirûşman dawî li çalakiya xwe anîn.