Ji zarokên penaber 3.7 mîlyon naçin dibistanê

UNHCR’ê ragihand ku li tevayî cîhanî ji 7.1 mîlyon zarokên penaber 3.7 mîlyon zarok naçin dibistanê.

Komîseriya Bilind a Penaberan ya Netewên Yekbûyî (UNHCR) raporek weşand û diyar kir ku li tevayî cîhanê ji 7.1 mîlyon zarokên penaber 3.7 mîlyon zarok naçine dibistanê.

Di raporê de hate gotin ku piraniya zarokên di temenê balixiyê de naçin dibistanê û ev agahî hate dayîn; “Her ku zarok mezin dibin gihiştina wan ya dibistan û perwerdê hê bêhtir zehmet dibe.”

Hate ragihandin ku li tevayî cîhanê 91 ji sedî yê zarokan naçin dibistanê lê ev rêje di nava zarokên penaber de 63 ji sedî ye.

Di raporê de wiha jî tê gotin; “63 ji sedî yê zarokên penaber naçin dibistanê. Ev jî tevayî li dibistanên ku li kampan hatine vekirin dixwînin. Pêdiviyekî normal a perwerdehiyê nine. Ref gelek û gelek tijî ne.” Her wiha hate gotin ku rêjeya zarokên di demê dibistana seretayî û navîn de gelek kêm e

Berdevka UNHCR’ê Celîne Schmîtt daxuyanî da û ragihand ku ji bo ku zarok biçin dibistanê pirsgirêkên cidî dijîn û wiha got; “Şert û merc gelek giran e, hinek caran 100 xwendekarên mamosteyekê heye. Ref û mamoste ne têrkerin. Pirsgirêka duyem jî ya ziman e. Beşek mezin yê zarokên penaber ji ber zimaneke din nizanin ji bo zimanên ku perwerde tê dayîn geleke û divê plannameya dersên zêde were dayîn. Hinek caran îmkanên malbatê tune ye ku hemû zarokan bişîne dibistanê. Hinek caran jî zarok ji bo piştgirîdayîna aborî ya ji bo malbatê kar dikin.”

Beşek mezin yê zarokên penaber li Tirkiye, Lîbya, Pakistan, Sûdan û Ûgandayê dijîn. Schmîtt got ku divê li van welatan pirsgirêka dibistan û  mamosteyan were derbaskirin.