Elewiyên li Dortmûndê jî dest bi greva birçîbûnê dikin

Dergaha Elewiyan a li Dortmûndê Leyla Guven silav kir û diyar kir ku wê dest bi greva birçîbûnê bike.

Dergaha Elewiyan (DAKME) ya ser bi FEDA'yê ya li Dortmûndê daxuyaniyeke nivîskî da, Leyla Guven silav kir û diyar kir ku wê dest bi greva birçîbûnê bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em, şopdarên ên serê xwe li ber zilmê natewînin, pîrozmendiya mafê jiyanê careke din tînin bîra zaliman."

'EM Ê BIBIN DENGÊ BERXWEDÊRAN'

Di daxuyaniyê de Leyla Guven hate silavkirin û hate gotin, "Dayikek, jinek, zêdeyî 70 roj in bi agirê berxwedanê yê xwedawendan serî li ber zilmê natewîne û li ber xwe dide."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji bo bibin dengê berxwedêran, ji bo têkoşînê xurt bikin, em ê 24.01.2019'an saet 8'an li dergaha a xwe Dakme ya li Dortmûndê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger bikin. Em bang li canan dikin ku tevlî refê berxwedêran bibin."

Ji bo navnîşana cihê çalakiyê jî hate gotin, "Immermann Str,39,44147, Dortmund."