Di civîna COP'ê de gaveke girîng nehate avêtin

Di civîna bilind a COP 25 de ku li paytexta Spanya Madrîdê dewam dike gaveke girîng nehate avêtin. Gotin û sozên ku heta niha der barê avhewayê hatin gotin di asteke welê de ye ku dikare bandorê li beşeke biçûk a belavkirina CO2 bikin.

Civîna bilind a Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP) 25 ji ber ku Şîlî di kêliya dawî de nekarî malovaniyê jê re bike li paytexta Spanya Madrîdê pêk hat.

Ji bo kêmkirina belavkirina gazên bi bandora serayê yên sedema herî girîng ên germahiya global in, wê armancên herî dawî pêşkêşî civîna bilind a COP 26 bên kirin. Lewma hevdîtinên li Madrîdê yên beriya vê civîna bilind girîng dihate dîtin. Lê belê hejmara welatên ku beriya sala 2020'î van armancên xwe ragihîne tenê 73 ne. Di nava van welatan de jî welatên ku berpirsyarên bingehîn ên belavkirina gazên CO2 ne nînin.

Li gorî nirxandina Înstîtuya World Resoûrces ku saziyeke fikrî ya Emerîkî ye, hejmara welatên ku sozên ji bo kêmkirina belavkirina gaza CO2 ragihînin wê heta dawiya salê bibin 80 welat. Lê belê sozên van welatan bi tena serê xwe nayê ti wateyê. Ji ber ku ew welat tenê ji 10.5 ji sedî yê belavkirina gaza CO2 berpirsyar in.

Halbûkî Çîn an jî DYE di belavkirina CO2 de para wan bi qasî 40-43 ji sedî ne û niyeta van welatan nîne ku enerjiya fosîlê yên mîna petrolê û komirê biterikînin.