Dewleta Tirk qirkirin û talankirina li Efrînê didomîne

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê hemû şop û nirxên civaka Êzidî ji holê radike û tine dike. Dewleta Tirk ziyareta Şêx Hamid a li gundê Qastel Cindo rûxand.

Qirkirina dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi hemû şewêyan didome. Dewleta Tirk a dagirker û qirker bi hemû lez û bezê rûxandin, talankirin, qetilkirin û guherendina demografiya li Efrînê didomîne.

Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kirin, bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe hatin derxistin bi sedan kes hatin kuştin, aqûbeta bi sedan kesî ne diyar e.

Dewleta Tirk bi vê jî nema dest bi tinekirine cih û warên dîrokî, cihên pîroz yên gel û baweriyan kir, hemû navên Kurdî kirin Erebî û Tirkî. Herî zêde jî siyaseta qirkirinê li ser civak û baweriya Êzdayetiyê ya li Efrînê dide meşandin.

Ji ber dagirkeriya wê bi deh hezaran Êzidiyên ku bi hezarê salan li wir dijîn, ji neçarî derketin û bûn koçber. Êzidiyên ku mayîn jî li wan misilmantî tê ferz kirin, mal û milkê wan tê talankirin, fidye ji wan tê standin, tên revandin û rojana di bin gefên kuştinê de ne.

Ji destpêka dagirkeriyê heta roja me bi awayekî sistematîk hemû cihên dîrokî û pîroz ên civaka Êzidî hatin rûxandin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi vê yekê hemû şopên civak û baweriya Êzdayetiyê li Efrînê ne, bi vê yekê qirkirina fîzikî, çandî, dîrokî û olî temam bike.

Yek ji cihên dîrokî û û pîroz ku niha hatî rûxandin ziyareta Şêx Hamîd a li gundê Qastel Cindo ye. Di ziyareta kevnar de, ne tenê tenê miriyên Êzidî miriyên ji baweriyên din û ji 5 gundên li derdora wê lê dihatin veşartin. Êzidiyên ji gundê Qastel Cindo, Baflon, Sîmka, Qitmê û Helaqîna miriyên xwe lê dispartin axê. Ziyaret ji aliyê hemû pêkhateyên Efrînê weka cihekî pîroz û bi nirx tê dîtin

Ji seranserê herêmê pêkhate lê tewaf dibûn, dia dikirin, kesên nexweş zarok, jin û gelek kesê din ji bo dermankirinê diçûn serdana wê. Kesên ku hêvî û daxwazên wan hebûn ji bo bicihanîna hêvî û daxwazên xwe diçûn ber û lê tewaf dibûn. Di nava wê de tirba Şêx Hamîd, timberk, berat, cihê çirayê û tiştên din ên ku di baweriya Êzdayetiyê de pîroz hene.

Ziyaret li tevahiya Qantona Efrînê heya Ezazê tê naskirin. Dewleta Tirk tirbên li ziyaretê, darên kevnar a sadê salan û nava tirba Şêx Hamîd tevahî rûxandiye. Beriya dagirkeriyê ziyaret bi hemû sembol û xwezayiya xwe parastiye. Lê piştî dagirkeriyê tev hatina xerakirin.

Bi taybetî ji dara li pêşiya ziyaretê nêzî 200 salî kevin hatiye birîn û derî jî hatiyê jêkirin.Efrîniyên ku niha li Efrînê dengê xwe digihînin di serî de civaka Êzidî, sazî û rêxistinên civaka Êzidî ku ew qirîn û hawara wan bigihînin cîhanê û bi taybetî jî wan saziyên ku dagirkeriya Efrînê meşrû dibînin.

Bi taybetî jî hikûmeta Elmanya, DMME û Yekîtiya Ewropayê ku dagirkeriya Efrîne diparezin.