Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê ya Nû

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nû bû.

Civîna Meclîsa Partiyê ya HDP'ê dawiya hefteyê pêk hat. Di civînê de 8 endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya ji 29 endamî hatin guhertin. Bi guhertina hate kirin re, hejmara endametiya parlamenteran a li Desteya Rêveberiya Navendî ji 14'an daket 10'an.

Li şûna Alî Kenanoglû, Bedîa Akkaya, Bedriye Yorgûn, Garo Paylan, Kemal Pekoz, Nadîr Yildirim, Ridvan Tûran û Zahîde Besî, endamên nû yên Desteya Rêveberiya Navendî wiha ne: Alî Urkut, Azad Bariş, Mahfûz Guleryuz, Mehmet Husamettîn Yurek, Mûstafa Avci, Ozlem Gunduz, Selahattîn Aslan û Zubeyde Zumrut.

LÎSTEYA NÛ

Lîsteya Desteya Rêveberiya Navendî ya Nû: Alî Urkut, Alîcan Onlu, Ayhan Bîlgen, Aysel Guzel, Ayşe Acar Başaran, Azad Bariş, Bedîa Ozgokçe Ertan, Dîrayet Taşdemîr, Emîne Kaya, Fatma Kûrtûlan, Gulsum Agaoglû, Gunay Kûbîlay, Hakki Sarûhan Olûç, Hişyar Ozsoy, Huseyîn Taka, Îlknûr Bîrol, Mahfûz Guleryuz, Mehmet Husamettîn Yurek, Mûrat Çepnî, Mûstafa Avci, Nîmetûllah Erdogmûş, Omer Onen, Ozlem Gunduz, Selahattîn Aslan, Sevtap Akdag Karahanli, Tûna Aydin, Yûrdûsev Ozsokmenler, Zeynep Boga, Zubeyde Zumrut.