Serokê berê yê AKP'yî ji ber tiryakê hate girtin

Hate zanîn ku Kurşat Kiliç ê serokê berê yê navçeya Yozgatê yê AKP’ê di 7’ê Gulanê de di encama operasyona tiryakê de hatiye binçavkirin û piştre jî hatiye girtin.

Di 7’ê Gulanê de li 52 bajaran bi navê ‘Narkoçelîk-15’ operasyon hatibûn kirin. Li gorî Rojnameya BîrGunê Kurşat Kiliç ê serokê berê yê navçeya Yozgatê yê AKP’ê di encama vê operasyona tiryakê de hatiye binçavkirin û piştre jî hatiye girtin. Li gorî polîsên Tirk di operasyona herî dawiyê de 10 kes hatine girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 3 salan beriya niha dîmenên Kiliç ê AKP’yî derketibûn holê ku di dîmenan de dihat xuyakirin ku Kiliç ji ber bikaranîna tiryakê di odeya xwe de ji hiş çûye. Her wiha Kiliç îdîa kiribû ku dîmen ne rast in.