HPG: Kepçeyek hate îmhakirin

Gerîlayên HPG/YJA Starê bi çekên giran li kepçeya dagirkeran xistin ku hewl dida li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê rê çêbike û îmha kirin.

DAXUYANIYA HPG’Ê

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

12’ê Gulanê di saet 14.10 û 16.45’an de bi çekên giran li dagirkeriyên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

12’ê Gulanê di saet 17.05’an de bi çekên giran li kepçeya ayîdê dagirkeran ku hewl dida li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê rê çêbike, hate xistin û hate îmhakirin.

13’ê Gulanê di saet 09.40 û 12.45’an de bi çekên nîv otomatîk mudaxeleyî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate kirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî pêk anîn;

13’ê Gulanê ji saet 20.40 û heta 22.00’an 3 caran li dijî tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM gazên kîmyewî yên bi jehr hatin karanîn.

12’ê Gulanê di saet 16.45 û 13’ê Gulanê di saet 11.20’an tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

13’ê Gulanê qada Lolan a herêma Xakurkê carekê, Qada Berxwedanê ya Serê Metîna û Dergelê ya herêma Metînayê 2 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 7 caran, bi giştî; 10 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.”