Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Ji Abdullah Ocalan re azadî!

Xizmên girtiyan di deng bide azadiyê de li hev civiyan û ev peyam da, “Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe em jî azad nînin. Em ê ji têkoşîna xwe teqez bi paş ve gavê neavêjin.”

DENG BIDE AZADIYÊ

Di pêşengtiya malbatên girtiyan, rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî her hefte li ber girtîgehan çalakiyên “Deng bidin azadiyê” tên lidarxistin. Di çarçoveya van çalakiyan de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. 

ÎZMÎR 

Di pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE- TUHAYDER) û malbatên girtiyan de di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li pêşiya Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Buca Kiriklarê çalakî hat lidaxistin. Di daxuyaniya gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Heq hiqûq edalet” , “Bila zindan hilweşin ji girtiyan re azadî” hatin berzkirin. 

Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kûrûş diyar kir ku pêdiviya welat bi normalbûnekê heye û anî ziman ku ji bo vê yekê jî divê pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin. 

Kûrûş, bi lêv kir ku pirsgirêk bi aştiyeke mayînde dikarin bên çareserkirin û wiha got: “ Rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û tevlibûna wî ya li pêvajoya siyasî, wê bibe gaveke gelekî xurt ku asayîbûna vî welatî misoger bike. Em bang li her kesî dikin ku di mijara tecrîdê de hê bi hestiyar bin.”

Yek ji malbata girtiyan Sûltan Yagmekan a pişt re axivî jî bal kişand ser çalakiya li girtîgehan berdewam dike û wiha got: “Heta ku ew azad nebin em jî ne azad in. Em tecrîdê qebûl nakin û em ê tu car ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

EDENE

Li Edeneyê di pêşengtiya malbatên girtiyan de bi tevlibûna partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” li ber Kampusa Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê daxuyanî hate dayîn. 

Beriya çalakiyê polîsan hemû rêyên ku diçin girtîgehê ji trafîkê re girtin û xwestin ji girseyê re bibin asteng. Li ser vê yekê girseyê ji girtîgehê re 100 mîtro mayî ji wesayîtên xwe peyabûn û çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Welatiyên ku pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin, pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” vekirin. Girseyê her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Deng bide azadiyê” , “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin. 

Rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Edeneyê Yaşar Demîr, bi lêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan pirsgirêkên siyasal, civakî û aboriyê kûrtir dikin û got: “Em ê li her qadê bînin ziman ku tecrîda li ser birêz Ocalan sûcekî mezin ê mirovahiyê ye. Ji bo ku rêya muzakereyê were vekirin divê daxwazên girtiyên siyasî bên qebûlkirin. Em bang li muxalefet, saziyên sivîl ên civakî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û hemû derdorên demokratîk dikin ku têkildarî tecrîd û daxwazên girtiyan bibin deng û tevkariyê li berxwedan û têkoşîna wan bikin.”

Piştî daxuyaniyê girseyê çalakiya rûniştinê pêk anî.