Jîriyê Çêkirî (Artificial Intelligence) ku di jiyana mirovan de van salên dawî bûye xwedî cihekî girîng, di heman demê de bûye sedema tirs û fikaran ku bandoreke bi çi rengî li ser jiyana pêşerojê ya mirovan bike.
Ev pêşketina teknolojiyê bû mijara romaneke Kurdî ya ji 3 bergan.
Bergê destpêkê yê pirtûkê bi navê "Ez pêşeroj im' hate weşandin.
Nivîskar berhema xwe bi rengekî xeyalî li ser pêşketina teknolojiya pêşerojê hûnandiye.
Pêşketina teknolojiyê û cîgirtina robotan a di jiyana mirovan de û lêgerîna mirovan ji bo peydakirina jiyanê li gerestêrkeke din wê di pêşerojê de çawa bandoê li ser mirovan bike bi rengekî xeyalî hûnandiye û pêşkêşî xwendevanan kiriye.
Lehengên sereke yên nivîskar hemû robot in. Ew robot di nava hewldana avakirina dinyayeke bêşer û demokrat de ne.
Ew carinan xwendevan dibin beriya hezaran salan, carinan dibin çiyayên Kurdistanê û dikin şahidê 74 fermanên li ser Êzidiyan û carinan dibin pêşerojê û li gerestêrkekê de jiyaneke nû pêşberî wan dike.
Nivîskar bergê destpêkê yê romana xwe diyarî keç, jin û zarokên ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatine revandin û yên hatine rizgarkirin, dike.
Berga duyemîn a romana zanistiya nûjen, civak, dîrok, çand, polîtîka û erdnîgariyê ya nivîskar Ehmedê Sedef bi navê "Pêşgo" hate weşandin.
Ji nav rûpelên vê pirtûkê, berxwedan, bawerî, hêvî, bibiryarî, dilsozî û rastiyek diweşe.
Nivîskar girîngiya jîriya çêkirî ya ji bo mirovahiyê jî bi dilgermiyeke mezin destnîşan dike.
Bergê sêyemîn ê romana Jîriya Çêkirî ya nivîskar Ehmedê Sedef bi navê "Rastgo" hate weşandin.