Cotkar ji ber krîzê zeviyên xwe difiroşin

 Ji ber krîza heyî ya li Tirkiyeyê gelek cotkaran neçar man zeviyên xwe bifiroşin. Cotkar dibêjin, berpirsyarê vê rewşê AKP ye.

Krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên hilweşîner ên rejîma Erdogan roj bi roj giran dibe. Li Wanê bi hezaran zeviyên çandiniyê ji ber krîza aboriyê tên firotin.

Li herêma Serhedê xaka herî berhemdar Deşta Erdîşê ya Wanê ye. Li Deşta Erdîşê kelem, silk, patat, genim, zebze, tirî, sêv, mişmiş, gwîz û bi dehan berhem tên çandin.

Ev berhemên Deşta Erdîşê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê tên firotin. Zeviyên ku bi hezaran salan çavkaniya debara gel in, ji ber polîtîkayên AKP'ê yên ku çandiniya li herêmê diqedîne, tên firotin.

DEST JI ÇANDINIYÊ TÊ BERDAN

Ji ber kotaya ku dewletê daniye ser hin berheman û zemên hatine kirin, cotkar dixisirin lewma gelek ji wan nema çandiniyê dikin. Li gel ambargoriya aboriyê ya AKP'ê, bajarvaniya neçê jî bandoreke neyînî li cotkariyê dike. Li ser zeviyên ji hezaran donimî avahî hatine lêkirin. Ji ber krîza heyî ya aborî, bi hezaran zevî nehatine çandin û tên firotin. Li zeviyên tên firotin jî çandinî nayê kirin û avahiyên nû lê tên lêkirin.

Cotkarên Erdîşê yên ji ANF'ê re axivîn anîn ziman ku ji ber polîtîkayên şaş ên AKP'ê yên li ser çandiniyê, cotkar dixisirin. Cotkaran diyar kirin ku li gel krîza aborî zemên hatine kirin jî zerara wan zêde kirine û got, yekane berpirsyarê vê rewşê AKP ye.

COTKAR JI BER KRÎZÊN ABORÎ Û SIYASÎ NEMA DIKARIN KAR BIKIN

Hayrûllah Demîr anî ziman ku ji kal û bavê xwe hînî cotkariyê bûye, lê belê ji ber krîzên siyasî û aborî yên dema dawî nema dikarin cotkariyê bikin.

Demîr diyar kir, ji ber krîza siyasî ew berhemên xwe nikarin bişînin deverên din û got, "Piştî vê rewşa neyînî, bi krîza aborî re êdî em xisirîn. Buhayê her tiştî zêde kirine. Buhayê mazotê, zibil û biziran zêde kirine."

Demîr bi bîr xist ku qîmetê pereyê Tirk nemaye û got, "Ji ber vê yekê jî em gelekî xisirîn. Neçar man ku dest ji cotkariya xwe ya sedan salan berdin. Weke min gelek kes li Erdîşê zeviyên xwe difiroşin. Ji bilî firotinê çareyeke me nemaye. Mîna her kesî vê krîzê bandor li me jî kir."