Bi şertên koleyan beriya hilhatina rojê dibezin kar..

Ji bo karkerên zeviyan kar beriya nimêja sibehê dest pê dike. Jin, mêr, zarok ên ku diçine nav erdan berhevkariyê dikin, bi şertên rûmetşikîn dixebitin. Karê wan zehmet e, yomiya wan 60 lîre ye.

Ji bo karkerên zeviyan kar beriya nimêja sibehê dest pê dike. Jin, mêr, zarok ên ku diçine nav erdan berhevkariyê dikin, bi şertên rûmetşikîn dixebitin. Karê wan zehmet e, yomiya wan 60 lîre ye.
Hin jê xwecihên Edene ne û hin jê ji deverên din neçar mane ku ji xaka koç bikin..Xala wan a hevpar karkerên zeviyan in. Jin, mêr, zarok ên ku li baxçeyan berhevkariyê dikin bi şertên koleyan dijîn.

Karker saet 03.30'an şiyar dibin, hê beriya nimêja sibehê nanê xwe hazir dikin û li wesayitan siwar dibin. Dema ku digihin ser baxçeyan hê roj jî nehilatiye. Ji bo ku ji serma sibehê xwe biparêzin li ber agirê ku vêdixin piştî ku xwe germ dikin sibehan saet 05.00'an dest bi kar dikin.

HETA KU 3 TIRAN TIJE NEKIN PAYDOS TINE!

Ji bo karkerên ku saetên wan ên xebatê ne diyar in pîvan 3 TIR'in. TIR'an kengî dagirin wê demê dikarin paydos bikin. Ev jî tê saet 4'an. Karkerê ku dibêjin şertên xebatê li tevahiya Çukurovayê bi giştî yek e, yewmiya wan jî 60  lîre ye.

Li gel vê ne xwarinekê didin wan, ne heqê rê û ne sîgortaya wan heye. Ji ber karê ku dikin fitqa stû û newqê bi wan re çêdibe.

'HEKE SÎGORTAYA ME HEBÛYA..'

Pinar Çakin a 23 salî ku li gel 4 xwîşkên xwe li baxçeyan dixebite dibêje şertên xebatê pir giran in lê ji neçarî dixebitin.

Çakin dibêje dema ku baran tê heta bi kabokê di nav heriyê de dibînin û gelek nexweşî li wan peyda dibin. Çakin wiha didome : ''Her demê dibe ku kar nebe. Carinan 1 mehê bêyî ku destûr hebe em dixebitin. Mehane 1300 lîre dikeve dest me. Lê pereyên helal in, vê gavê têra me dike. Lê go sîgorta me hebûya em ê hinekî rehet bûna.''

LI NAV ERDAN MEZIN BÛ
Aysel Yilmaz a 40 salî jî ku hê di zaroktiyê dest bi vî karî kirî bi vî rengî debara malê dike û diya çar zarokan e. Yilaz dibêje, beriya ku ew bizewice ji bo destekê bide malbata xwe dest bi vî karî kiriye û wê demê hemû jinên taxê û yên ciwan diçûne zeviyan dixebitîn. 

'EM HEQÊ KEDA XWE NASTÎNIN'

Îhsal Yerlîkaya ya 36 salî jî dibêje zivistanî dema ku dixebitin ji ber ku pir sar e dema ku fêkiyan jêdikin destê wan diqufilin û dema ku baran dibare dibe herî jî naletê li rewşa xwe dibarînin lê ji ber ku ti karê dî ji dest wan nayê ji neçarî vî karî dikin. Yerîlkaya her wiha diyar dike ku ew heqê keda xwe nastînin.