Bi atolyeyên hunerê re çanda Ereban li hember asîmîlasyonê li ber xwe dide

Navenda Hunerê ya Ehlîddar weke yek ji navendên çand û hunerê yên herî kevin ên Antakyayê, bi atolyeyên xwe yên hatine nûkirin jiyandina hunera zimanê Erebî û neqilkirina nifşên ciwan didomîne.

Navenda Hunerê ya Ehlîddar a salên dirêj li Antakyayê xebatên çand û hunerê pêş dixe dikeve demeke nû ya atolyeyê.

Li Navenda Çand û Hunerê ya Ehlîddar waneyên bi hunerê tijî vê mehê dest pê dikin.

Ji şanoyê heta resman, ji kişandina wêneyan heta ziman û wêjeya Erebî di gelek beşan de vê mehê wane dest pê dikin. Yek ji damezirînera Navenda Çand û Hunerê ya Ehlîddar Selda Tosun diyar kir, wê di waneyan de atolyeyên kurtefîlman jî hebin û got ku di xebatên kurtefîlmên berê de xelat jî wergirtine.

Tosun anî ziman ku xisleta herî hevpar a van waneyan jî ew e, bi zimanê Erebî tên kirin û diyar kir, di her dema perwerdeyê bi giştî 100 şagirt mezûn dikin û xebatên şagirtên mezûn dibin jî li cihên pêwîst dinirxînin. Tosun a di nav lîstikvanên şanoya Erebî ku li Tirkiyeyê cara pêşî ye, cih digire wiha dewam kir, “Ziman û çandeke me heye. Em dizanin, her ziman û çanda bi xebatên hunerê xwe xwedî neke û ji nifşên nû re neyê neqilkirin, mehkûmî tinebûnê ye. Me jî bi vê zanebûnê li dijî asîmîlayona li ser vî zimanî şerê xwe yê hunerê da destpêkirin û em perwerdeyên xwe dibînin.”

Tosun, têkildarî cudatiya girîng a navenda xwe ya hunerê jî ev hûrgilî parve kir: “Em weke navendên din li bendê nînin gel bê cem me. Heta ji me tê em waneyên xwe li deverên girtî nadin. Em dikevin nav gel û vî karî xwe dikin. Mînak piştî her atolyeya şanoyê ji sedî sed ji bo pêşkeşkirina lîstika xwe em diçin kolanan.”