Berhemên Zehra Dogan wê li gelek bajarên Ewropayê bên nîşandan

Wêneyên rojnamevana girtî û wênevan Zehra Dogan wê li du bajarên Fransayê meha Çileyê bên nîşandan.

Pirtûka bi navê "Les yeux grands ouverts" (Çavên bi temamî vekirî) yên ji wêne û metnên Zehra Dogan pêk tên û ji aliyê Editions Fage ya li Fransayê ve hatiye amadekirin, wê di dema pêşangehan de li pirtûkxaneyan bê pêşkêşkirin.

Pêşangeha destpêkê ya nîşandana wêneyên Dogan ji aliyê La Minoterie / A Pleine Voix ve Kedistan ve tê organîzekirin. Wê li Morlaixê roja 5'ê Çileyê dest pê bike û piştre wê sê hefteyan panel bên lidarxistin, fîlm werin nîşandan, konser bên lidarxistin û atolyeya karpostalan wê bê vekirin.

Çalakiya duyemîn a ji aliyê Kedistan ve tê organîzekirin wê di heman demê de 12 û 30'ê Çileyê li bajarê Angers ê li rojavayê Fransayê pêk were. Her du çalakî ji şaredariyan piştgiriyê digirin.

Zêdeyî 60 berhemên orjînal wê meha Adarê li Navenda Çandê ya Maison des Metallosê ya li Parîsê were nîşandan. Her wiha wê ji bo piştgiriyê konserek jî bê lidarxistin.

Ji bo agahiyên berfireh:

http://www.kedistan.net/2017/12/30/zehra-dogan-avrupa-turu/

https://www.youtube.com/watch?v=JqKMgskgF2E