Artêşa Tirk dîsa êrîş bire ser Kobanê

Dewleta Tirk bi çekên giran êrîş bire ser gundên dikevin rojavayê Kobanê.

Li gorî agahiyên hatin girtin, di saetên şevê de artêşa Tirk bi çekên doşka gundên Çarixlî û Kor Elî dan ber guleyan.

Li gorî saeta herêmî saet 20:00’an êrîş dom kir. Ev êrîş rastî di roja 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de pêk tên.

Êrîşên dewleta Tirk a li ser Kobanê piştî civîna çar alî ya li Stenbolê ku 27’ê Cotmehê hate kirin û şûnde 28’ê Cotmehê destpê kir. Ji wê rojê û şûnde hema bêje her roj êrîşî Kobanê û Girê Spî dike.

Di êrîşan de herî zêde sivîl ziyanê dibînin. Di êrîşa îro ya li Girê Spî de zaroka keç a bi navê Sara Rifat a 6 salî hatibû qetilkirin.