Çeşnên daran ên li Ewropayê li ber qirbûnê ne

Di daxuyaniyê de ya ku ji hêla Yekîtiya Parastina Sirûştê ya Navnetewî (IUCN) ve hatî weşandin, hate gotin 2 ji 5'an a çeşnên daran ên li Ewropayê, ji çeşnên nû jî 3 ji 4'an li ber qirbûnê ne.

Li gorî daxuyaniya IUCN'ê ji çeşnên daran ên li parzemîna Ewropayê, li ser 454'ên wan lêkolîn hatin kirin. Li gorî vê ji van çeşnan 42 ji 100'ê wan li ber qirbûnê ne.

Di rapora IUCN'ê de, ku navenda wê li bajarê Glandê ya Swîsreyê ye, tenê rewşa ceşnên daran ên andemîk (xwecih) ên Ewropayê hate destnîşankirin. Li ser 58 ji 100'î yên van çeşenan taloke heye, talokeya li ser 15 ji 100'î yê wan jî ''krîtîk'' e.

Di nav wan faktoran de ku gefê li çeşnên daran dixwin, berbelavbûna wan nebatan tê nîşandan, ku mîna ''dagirker''an tê binavkirin. Her wiha bi rengekî ku nikare were domandin xebitandina daristanan û birîna daran jî gefê li çeşnan dixwe. Ev jî tê wê maneyê, bêyî ku domdarkirina çeşnên  daran were mîsogerkirin, daristan têne birîn.

Li gorî IUCN'yê faktoreke dî ya ku gefê li daran dixwe bajarîbûn e. Ji ber sedema ku gelek bajar nêzî qadên daristanê ne ev dibe sedem ku ceşnên daran qir bibin.

Her wiha şewat û xebatên xwedîkirina sewalan, nexweşî û guherînên eko sîstemê jî dibe sedem ku bi dehan çeşnên daran qir bibin.