93 tabletên li ser dîroka Kurdan hatin dîtin

Zanîngeha Tubîngenê ku lêkolîna xwe ya arkeolojîk a li bajarekî antîk ê nêzî Duhokê qedand, 93 tabletên ji serdemên Asûr û Mîtaniyan dîtin. Li gorî arkeologan, bi lêkolînkirina van tabletên ji 3200 salî re wê dîroka herêmê dikare ji nû ve bê nivîsandin.

Zanîngeha Tubîngenê, ku yek ji navendên zanistiyê yên Elmanyayê ye, sala 2013'an li herêma Bassetkî ya li nêzî bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê dest bi karê arkeolojiyê kiribû. Tîma bi pêşengiya Prof. Peter Pfaelzner, di lêkolînên xwe de par hin encam bi dest xist.

Lêkolîn bi hevkariya muzeya Duhokê û Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Nêz a Antîk a ser bi Zanîngeha Tubîngenê hate kirin. Di encamê de, ewilî xirbeyên 5 hezar salî yên bajarekî antîk ê ji serdema Împaratoriya Akadê maye, hate dîtin.

TEVÎ ALOZIYA LI HERÊMÊ JÎ LÊKOLÎNÊ DEWAM KIR

Di serî de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li gel hemû krîz û aloziyên li herêmê jî, tîma lêkolîner karê xwe yê li herêmê bê navber dewma kir. Di lêkolînê de bermahiyên dîrokî yên ku dikarin dîroka Kurdistanê, bi taybetî dîroka Mezopotamya Bakur ronî bikin, hatin dîtin.

Bermahiyên dîrokî ji serdema bronzê yanî ji bajarekî di sala 3000'î ya Beriya Zayinê mane. Di navbera salên 2340 û 2200'î yên Beriya Zayinê de Împaratoriya Akadê li herêmê serdest bû.

Tê gotin, dîwarekî bajêr ê ji aliyê tîma lêklîner ve hate dîtin, di sala 2700'î ya Beriya Zayinê de hatiye lêkirin û kevirên wê yên mezin jî di sala 1800'î ya Beriya Zayinê bilind bûne. Her wiha li herêmeke ji kîlometreyekê ya li nêzî bajarê antîk, şopa xaniyên ji serdema bronz hatin dîtin. Li gorî tîma lêkolîner, ev bajar cihekî derbasbûnê bû ku Anatolî û Mezopotamya bi hev ve girê dida.

93 TABLET HATIN DÎTIN

Di kolandinên dawî de 93 tabletên bi nivîsa bizmar hatî nivîsandin û tê texmînkirin ku ji sala 1250 a Beriya Zayinê mayî, hatin dîtin. Li gorî lêkolîna destpêkê ya li tabletan, li herêmê perestgeheke diyarî Xwedayê bahoz û baranê yê Mezopotamyayê Adad hatiye kirin, hebû. Tablet li binê dîwarên xaniyekî hilweşiyayî hatin dîtin. Xwendina van tabletan hê neqediya ye.

Tabletên ku bi zimanên Asûr û Mîtaniyan hatine nivîsandin, nayê zanîn bê li ser mijarên olî, dadgerî yan jî aboriyê ne. Li gorî lêkolîna destpêkê ya zanyara ziman Dr. Betîna Faîst, yek ji tabletan li ser Xwedawenda başiyê ya Akadan Gula ye. Zanîngeha Tubîngenê jî ragihand, ku ji bo lêkolîn li cihekî dîjîtal û pêşketî werin lêkolînkirin, çend roj berê anîne Elmanyayê.

Hat ragihandin, ku tablet demeke dirêj di binê xirbeyan de maye, lewma xera bûne û ji ber vê yekê jî pêvajoya xwendina wan dikare demeke dirêj dewam bike. Pêşengê tîma lêkolînê Prof. Peter Pfaelzner diyar kir, ku li ser serdema bihurî ya Mezopotamya Bakur agahiyên girîng di tabletan de hene.

Prof. Pfaelzner da xuyakirin, ku herêm ji aliyê çandî ve gelekî dewlemend e û got, "Li ser bûyerên çandî, olî û civakî yên di sala 2000'î ya Beriya Zayinê li vê herêmê qewimîn, agahiyên li ber destê me gelekî kêm in. Em hêvîdar in wê ev tablet, sira wê serdemê eşkere bikin."