2050'î wê her sal 200 milyon mirov hewceyî alîkariyê bin

Saziyên navnetewî yên alîkariyê li dijî bandorên germbûna global bang kirin ku her kes tevbigere û diyar kirin, ji ber sedema guherîna avûhwayê heta 2050'î wê her sal 200 milyon mirov hewceyî alîkariyê bin.

Di raporê de ya ku Xaça Sor a Navnetewî û Federasyoan Rêxistinên Heyva Sor (IFCR) dayî ber Neteweyên Yekbûyî (NY) berdêla giran a ji ber sedema tevnegerîna li djî germbûna global hate nirxandin.

Di raporê de ya bi navê ''The Cost of Doing Nothing -Berdêla tiştek nekirinê'' hate gotin ber bi sala 2050'î ve her sal hijmara mirovên ku wê wê hewceyî alîkariyê bibin wê  zêde bibe û 2050'î bibe 200 milyon.

Di raporê de hate diyarkirin şape, bager, ziwabûn û şewatên li daristanan rasterast bandorê li sedan milyon mirovî dikin û jiber van rûdanên sirûştî û mirovî 108 milyon mirov hewcehiya alîkariya mirovî ya navnetewî ne.

Di raporê de hate destnîşankirin heke ti tevdîr neyê standin 20130'î ev hijmar wê bibe 150 milyon û 2050'î jî 200 milyon mrov wê hewceyî alîkariyê bin.

Di raporê de hate diyarkirin niha donorên navnetewî ji bo alîkariya mirovî salê di navbeyna 3 û 11 milyar Euro de fonê çêdikin û ev reqem 2030'î herî kêm wê 18 milyar doalr be. Di raporê de hate gotin îhtîmal heye ku dibe ku hewcehiya darayî ya ku wê zêde bibe neyê peydakirin jî.