Ji bo dîtina nexweşxaneyê 200 dar birîn
Li navçeya Torbali ya Îzmirê ji bo nexweşxan ya dewletê bê dîtin, zêdeyî 200 dar birîn û xweza wêran kirin.
Li navçeya Torbali ya Îzmirê ji bo nexweşxan ya dewletê bê dîtin, zêdeyî 200 dar birîn û xweza wêran kirin.
Li ser rêya Îzmir Aydinê, Midûriyeta Karê Av û Daristanê 70 donim zeviya daristan dewrî midûriyeta tenduristiyê kir. Dema ku avakirina avahiya Nexweşxaneya Dewletê ya Torbali berdewam dikir, ji bo bejin û bala nexweşxaneyê bê dîtin, zêdeyî 200 dar hatin jêkirin. Midûriyeta Herêmê ya Rêyên Bejayî derbarê jêkirina daran de agahî nedan.