Ziyana li Geliyê Zapê

Geliyê Zapê ku dewleta Tirk bi navê 'ewlehiyê' ziyanê didiyê niha jî pêşkêşî projeyên nû kirine.

Geliyê Zapê ku bi zengîniya heywan û nebatên xwe yek ji devera herî xweş a cîhanê ye bi destê dewleta Tirk, ji bo bendav, qereqolan tê xirakirin.

Ji bilî vê her wiha  plansaziya wê dikin ku li ser qada 30 hezar metro bi dirêjahî û firehiyê ji bo hêzên dewletê tesîs û ji bo nokerên dewletê jî otêlan çêbikin û bêhtir ziyanê bidin.

Geliyê Zapê weke yek ji cihê şînî û fêkî ya Colemergê tê zanîn. Hinar, kuncî, hejîr, tirî û gwîz û gelek fêkiyên din şîn tên. Her wiha xwedîkriina sewalan, mêşên hingiv û masîgirî jî li Geliyê Zapê tê kirin.

Beriya niha ji ber HES'an û bendavan beşekî berfireh ê Geliyê Zapê hate ziwakirin. Geliyê Zapê ku yek ji devera kêmpeyda ya Colemergê ye ku çandinî lê tê kirin ji ber ziyana 18 salan a AKP'ê êdî nema dikare çandinî lê were kirin.

Li Geliyê Zapê ya di navbeyna Wan û Colemêrgê e ye, gelek HES, qereqol, kalekol, cihên kontrolê hatine çêkirin. Nexasim di navbeyna Wan-Colemerg û Geverê de, li nêzî cihê kontrolê ya Pir Nû ji ber HES'a li Kirikdagê beşekî berfireh ê herêmê hate ziwakirin, çandinî û zîwan hate tinekirin. HES'a li Geliyê Zapê, bendav û avaniyên din hemû bi mebesta leşkerî têne bikaranîn.

Vê carê jî bi navê tesîsên sosyal, otêl, kafe, lokanta û kuleyên çavdêrîkrinê Zap wê were herimandin, qada bi dirêjî û berfirehiya 30 hezar metro wê were tinekirin.  Li veqetana rê ya di navbeyna navenda Colemerg û Çelê de li Geliyê Zapê ji ber otêl û tesîsên ji bo hêzên dewletê bibe beton. Beriya bi demeke kurt bi wesayitên Midûrtiya Herêmê ya Karûbarê Avê ya Dewletê kevir hatin danîn. Herdu aliyên çêm tije kirin, ziyaneke mezin giha geliyê.