Zext û zordariya li zozanan

Dewleta Tirk ku beşeke mezin a zozanan qedexe kiriye û çûyîna li hin zozanan jî bi gelek şertan ve girê daye, di vegerê de jî zext û zordariyeke mezin li mirovan dike. Li gel heqaretan her wiha ceza tê birîn.

Yên ku bi zimanê çiyê herî baş zanin, dibe ku şivan bin. Me guh dan şivan Ridvan Koyûn û xwest li çîroka şivantiyê guhdarî bikin. Lê belê li vê xaka ku rewşa awarte lê heye, şivan jî êdî beşek ji vê rewşa awarte ye.

Ridvan Koyûn 30 salî ye û dibêje ku 20 sal in şivantiyê dike. Malbat û zarokên wî li warê wî Misricê ne. Gelekî bêriya wan kiriye lê belê dibêje, 'ji neçarî çar mehan malbata xwe nabînim'. Weke ku bi çend kêliyan difikire û tê bîra wî ku mecbûriyet ji tercîhan bêhtir xwe ferz dike. Di roja destpêkê ya biharê de bi rê ketiye. Ridva Koyûn şivaneke ku li Şirnex/Faraşînê bi mehan çûye ber pez. Ji bo pirsa 'Şivantî karekî çawa ye?' dibêje 'xweş e'. Zilm û zordariya dewletê ji gotinên xwe yên dawiyê re dihêle.

RÊ Û RÊWÎTÎ

Koyûn 20 roj in di rê de ye, heta bigihêje Nisêbînê wê bi meh û nîvekê bimeşe. Dibêje, 'Tiştekî xweş e ku mirov li nava jiyana xwezayî be, em diçin zozanan, pezê me heye em wan didoşin, wan xwedî dikin. Bi mehan em dimeşin û dibin zozanan. Koçertî bi min xweş e, mezinên me pêncî sal in debara xwe bi vî rengî dikin. Biharê em bi rê ketin û hatin zozanan. Sê meh in em li zozanan in. Meh û nîvekê em ê hîn bimeşin. Koçertî karekî wiha ye, dem di rê de derbas dibe."

ZILM JÎ HEYE

Ji bo pirsa 'Zor û zehmetiya di vê rêwîtiyê de çi ye?' ew bedewiya çiyê ji nişka ve ji holê radibe û zilm û zordariya dewletê xwe nîşan dide. Qala zor û zehmetiyên dewletê dike: "Di vê rêwîtiyê de dewlet zilmê li me dike. Wê rojê pezên me ji zinaran avêtin. Heta serê sibehê jî em di destê wan de dîl man. Nasnameyên me girtin, gotinên nexweş gotin. Serê sibehê em berdan. Ceza birî bin jî kaxizek nedan, xuya ye ceza birîne. Navê me nivîsandin, li hin hevalên me 20-30 hezar TL ceza birîn."

'FERMANDAR BERÊ ÇEKÊ DA MIN'

Koyûn 20 sal in li heman rêyê, çiya û zozanan e. Wiha dewam dike: "Ev rê sed sal in rêya şivanan e, şivan vê rêyê bi kar tînin. Ji me re dibêjin ku ev rê qedexe ye. Dema ku em dipirsin jî ji me re dibêjin ku fermandar nû hatiye tayinkirin. Çawişê pispor berê tivingê da guhê min û sixêf kir. Gelekî zilm li me kirin. Min jî bersiva wî da û got, 'Mafê we tune hûn vê yekê bikin'. Mafê xwe nîne ku zilmeke wiha li şivanekî bike."

'JI ALIYÊ ABORÎ VE TÊK DIBIN'

Rêya ku bi salane tê re dimeşin, ji nişka ve li wan qedexe kirine. Koyûn jî zane ku mesele bahane ye: "Dibêjin hatina vê derê qedexe ye, çawişê pispor ê nû hatiye tayînkirin. Gotin ku eger em bên wê cezayekî giran bibirin. Dibêjin ku divê kaxizên pez hebin, dema kaxiz hebin wê destûrê bidin ku derbas bibin. Payîzê kaxiz bi ti şivanî re nîne, ev kaxiz biharê dikare bên wergirtin. Kaxizên ku didin jî ji xwe dema em derbas dibin didin qereqolan. Dewlet li ser vê rêyê van tiştan dike. Debar jî zehmet e. Koçertî êdî ne mîna berê ye. Em zor û zehmetiyan dikişînin. Şivan li gorî berê gelekî xizan bûn. Ji bo karibin zivistanê debara xwe bikin divê nîvê heywanan bifiroşin. Ji xwe kes jî nakire."