Zarokên Firatê di şahiyê de hatin ba hev

Zarokên gelên cihê yên li herêma Firatê di Şahiya Zarokan a Firatê ya 3’emîn de hatin ba hev.

Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê û Kevana Zêrîn bi şîara ‘Zarok dewlemendiya jiyan û hunera azad in’ şahiya zarokan li dar xist.

Şahî li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê hate lidarxistin û ji Minbîc, Reqa, Tebqa, Girê Spî, Sirîn û Eyn Îsayê 47 komên cihê yên zarokan tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de muzîk, govend, şano, dans û spor hate pêşkêşkirin û şahî 3 rojan domiya.

Li ser navê Komîteya Amadekar a festîvalê û endama Kevana Zêrîn, Sêvlîn Yûsif ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku eleqedariya ji bo festîvalê gelekî zêde bû. Yûsûf got: “47 komên cihê û nêzî 300 zarok tevlî şahiyê bûn. Armanca me ev e ku em zarokên gelên cihê yên herêman bînin ba hev û fikra neteweya demokratîk di zaroktî de bi zarokan bide fêmkirin. Zarokên Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkez tevlî şahiyê bûn.”

Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê jî Festîvala Hunerê ya Zarokan a 5’emîn li dar xistibû. Festîval di 1’ê Îlonê de li Rimêlanê hatibû lidarxistin û 3 rojan domîyabû.