Zarokên Efrînê Roja Zimanê Dayikê pîroz kirin

Zarok û mamosteyên Efrînê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li hemû zarok û mamosteyên cîhanê pîroz kirin.

Zarok û mamosteyên Efrînê têkilî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê axivîn. Ji van zarokan hin jê li Kampa Berxwedanê perwerdehiyê dibînin.

Zarokên bi navê Bahoz Eloş Meryem Hecî Reşîd, Emîne Mahmûd Brahîm û Xalîde, ku li Kampa Berxwedanê dimînin, 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li hemû zarokên Kurd û cîhanê pîroz kirin û gotin, ''Niha em li dibistanên xwe bi zimanê Kurdî dixwînin û em ê salên pêş me li Efrînê perwerdehiya xwe bidomînin.''

Mamosteyê zimanê Kurdî Medya jî got, ''Piştî ku em ji Efrînê koçber bûn, me mamosteyan dîsa xwe gihande hev û me dibistan vekirin. Ji bilî Kurdî em zimanê Erebî jî fêrî zarokan dikin.''

Mamosteyê bi navê Neşet Hecî Reşîd jî got, ''Ziman nasname ye. Dema ku zimanê mirov diçe karakterê mirov jî diçe. Ji ber vê em niha perwerdehiya zimanê Kurdî didin û divê em zimanê xwe biparêzin.''