Yekîtiya Ewropayê li ser armancên têkildarî avhewayê li hev nekir

Welatên Yekîtiya Ewropayê di mijara bicihanîna armancên ji bo têkoşîna li dijî germahiya global nekarîn biryareke hevpar werbigirin.

Di civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê de ku li Brukselê pêk hat, dihate payin ku yekîtî li ser armancên têkildarî belavkirina gaza bi bandora serayê yên heta sala 2030'î biryareke hevpar werbigire. Lê belê biryar hate dayin ku armancên 2030'î meha Kanûnê bên diyarkirin.

Di daxuyaniya piştî civînê de hate ragihandin ku biryara yekîtiyê ya li ser mijarê ji bo meha Kanûnê hatiye taloqkirin.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, ji bo rawestandina germahiya global, dixwaze rêjeya belavkirina gaza bi bandora serayê li gorî asta sala 1990'î herî kêm bi rêjeya ji sedî 55 kêm bike. Lê belê di serî de Polonya gelek welat îdîa dikin ku ev armanc heta sala 2030'î nikare bê biserxistin.