Yekîtiya Ekolojiyê li dijî texrîbatên ekolojîk civîn lidar xist

Endamên Yekîtiya Ekolojiyê li Amedê li dijî texrîbatên ekolojîk ên ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bûyî sedem, civîn lidar xistin.

CIVÎNA YEKÎTIYA EKOLOJIYÊ

Yekîtiya Ekolojiyê ku bi hatina gelhev a 86 rêxistinên ekolojiyê hatiye avakirin, li dijî texrîbatên ekolojîk ên bi destûrên AKP’ê yên ji ber kargehên maden, bendav û înşaetê derketine holê ji bo xeteke tekoşînê ya nû diyar bikin li Amedê civiyan. Li Eywana Konferansê ya ÇandAmedê ku konferans lê tê lidarxistin pankartên “Xwedî li xweza, çand û dîroka xwe derkeve”, “Yekîtî, têkoşîn, jiyan” û “Li dijî kedxwariya xweza û kedê yekîtî, tekoşîn û piştevanî” hatin daliqandin. Hevberdevka Komîsyona Çandinî û Ekolojiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Melîs Tantan weke pêkhate beşdar bû.

Hevberdevkê Yekîtiya Ekolojiyê Guner Yanliç ku axaftina vekirinê kir, wiha got: “AKP û MHP bi salan e ku rûxandinên mezin ên ekolojiyê pêk tînin û li cihên ku ev rûxandin çêdibin têkoşîn û berxwedaneke mezin heye. Deng li her derê bilind dibe. Me Yekîtiya Ekolojiyê ji bo piştgiriya van têkoşînan ava kir. Yekîtiya Ekolojiyê dê ji niha pê ve jî têkoşîna xwe bileztir û xurtir bimeşîne.”

Piştî axaftina vekirinê konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.