BI DÎMEN

'Ya ku em bi vê axê ve girê da yekîtî û miroviya gelê vê axê bû'

Firez Keşîşan, ku piştî Qirkirina Ermeniyan pêşiyên wan koçî Serêkaniyê kir, yek ji şadihên şerê sala 2011'an e. Keşîşan qala gelên li Serêkaniyê û dilsoziya bi axê re kir.

Firez Keşîşan ku bi eslê xwe Ermenî ye. Di fermana Ermeniyan ya di sala 1928’an de koçî Serêkaniyê kirine. Ji wê dîrokê heya niha li Serêkaniyê dijî û bi xwe jî keşeyê dêrê ye. Li ser hatina wan ya Serêkaniyê, şerê Serêkaniyê yê 2011’an ji ajansa me ANF’ê re axivî. 

Keşîşan di axaftinên xwe de behsa sedema wan ya hatina Serêkaniyê dike û dibêje ku sedema wan ya mayîna Serêkaniyê, yek ji ber ku nêzîkî  sînor e û yek jî ji ber nêzîkatiya mirovî ya miletê Serêkaniyê bû. Di berdewamiya axaftinên xwe de Keşîşan wiha qala wan deman dike; “Di fermana Ermeniyan ya di sala 1928’an de kalkê min koçî Serêkaniyê kirine. Ji ber ku kalkê min nexwestiye ji sînor qut bibe, li Serêkaniyê bi cîih bûye. Ji sala 1928’an heya niha em li Serêkaniyê dijîn. Despêkê dema hatin vir ji axa vir, ji miletê vir hezkirin, ji biratî û mirovatiya vir hezkirin. Ji ber vê jî ji bo me Serêkaniyê pir bi qîmet e. Ji ber ku bav û kalê me li vir bi mirovatî dîtin. Dibe ku van salên dawî me hin zehmetî kişandibin. Lê Serêkaniyê ji bo me wek ku bav û kalên me çawa ji bo me behs kirine ew qas giranbiha û şirîn e. Kalkê me dema ku tê vir di despêkê de dest bi avakirina medrese û dêrê kirine.  Ji bo ku gelê Ermenî dîroka xwe, çanda xwe ji bîr nekin. Herwiha ji mirovên vir jî gelek însaniyet û alîkarî dîtin. Her kalê me digotin, ‘dema ku tiştek pêwîst be, hemû miletê vir alîkarî dida.’ Ne ku ew çûne ji wan alîkarî xwestine, miletê vir bixwe alîkarî didan wan. Çi Asûrî be, Ereb, Kurd, Çeçen hemû gelê ku li Serêkaniyê dijîn. Alîkarî dan wan heya ku wan kîlîse û medreseyên xwe ava kirin.”

'EWQAS NEBAŞÎ HEBÛN, LÊ MIROVBÛN Û BAŞBÛNA GEL EW NEBAŞÎ TÊK BIR'

Di dewamiya axaftina xwe de Firez Keşîşan behsa şerê Serêkaniyê yê 2011’an dike û dibêje ku di wî şerî de gel pir zehmetî dît û li hemberî wê jî di navbera gel de alîkarî û yekîtiyek pir xurt hebû. Wan dema wiha tîne ziman; “ Çete dema ketin Serêkaniyê wek ku em bêjin tiştek germ ava sar berdan ser. Wisa ez dikarim terîf bikim.  Bi rastî jî tiştek nema. Ne doxtor, ne nexweşxane, ne firinek ma, jiyan carekî de hat sekinandin. Dema ku gotin tiştek nemaye, ez hatim dêrê, çete di dêrê de bûn.  Min tenê ji Xwedê re deste xwe rakir û ez ne çûm dikana xwe û ne jî çûm mala xwe. Tenê ez hatim dêrê. Yek seatek jî ez li bajêr derneketim. Yek carê jî ez ji bo dermanên birayê xwe çûm Hesekê, wê demê jî min xatir ji malbata xwe xwest ez wisa çûm. Min bangî hevjîna xwe kir û min jê re got; ‘ez 53 salî  me û ev temen ji bo min bes e.’ Ji ber ku min digot; ‘ez edî nema dizvirim.’ Tu carî min  derketin qebûl nekir. Ez bê xwarin mam, bê cixare mam lê min dev jê berneda. Milet dema ku pê hisiyan ez bê nan mame herkesekî ji ber xwe ve hatin ji min re nan û av anîn. Ez her dibêjim, ji ber ku miletê Serêkaniyê wisa baş bûn, xwedê alîkariya wan kir û em dîsa gihiştin jiyana xwe. Gelek nebaşî hatin serê gel, lê li kêleka wê jî ewqas însaniyetî jî hebû. Ewqas nebaşî hebû lê mirovbûn û başbûna gel ew nebaşî têk bir.”

'YA KU DI VÎ ŞERÎ DE EM ÊŞAND NE XERABÛNA MAL Û XANIYIAN BÛ, ÇÛYÎNA DOST Û HEVALÊN ME BÛ'

Firaz Keşîşan dibêje, heya ku YPG hat û çete ji bajarên wan baqij kirin, ew bi vî awayî careke din gihiştin bajarê xwe. Tişta ku ji wan ma, mal û dîwarên xirabkirî bûn. Her wiha Keşîşan dibêje ku gelek kes ji ber rihê xwe xilas bikin dev ji axa xwe berdan û çûn welatên din. Li ser vê jî van tîne ziman; “ Gelek kes dibe ku tirsiyan. Ji bo gelê xirîstiyan jî dibêjin tirsonek, bi vî awayî dibe ku nêrînek çêbûye. Lê ev jî heye, her însan ditirse, mirovekî ku netirse tuneye. Pêwîst e mirovên xirîstiyan netirsin. Yê ku bitirse ne xirîstiyan e. Îmana me ji me re dibêje ku netirse. Hz. Îsa ji mirinê netirsiya û çû mirinê. Di dawiyê de ciwanan, YPG’ê ew ji bajarên me baqij kirin, tişta tenê xirab ji wan ma dîwar û mal bûn. Ya girîng ew bû ku mirov xirane bûn. Ji ber vê jî em dibêjin, bila dîwar xirabin, yê ew diwar çê kirin dikarin dîsa çê bikin.  Lê barê me jî giran bû. Tişta ku me diêşîne ne ku xirabûna diwaran e û malan e. Tişta ku em êşandin, çûyîna hevalên me, dostên me bûn. Ku her tiştê xwe hiştin çûn Ewrûpa. Gelek însanên baş. Ku tu car ez ê wan ji bîr nekim. Mînak, dema şer de giştî xanî deriyên wan vekirî mabûn. Yek hebû diçû mifte dianî li deriyê mala dida û pişt re jî dida xwediyê malan. Ger ku ji wan mirovan nebûya dibe ku Serêkaniyê wiha nemaba.”

Keşîşan dide zanîn, ku tevî hemû xerabûnan û kêmahiyan jî niha wan dêra xwe çêkiriye û her çi qas keşeyê wan jî nîne û gelek tiştên wan kêm in jî lê ew niha  tê de îbadeta xwe dikin.

'QIRKIRIN NE TENÊ BI KUŞTINA FÎZÎKÎ YE, HELANDIN QIRKIRINA HERÎ MEZIN E'

Di axaftinên xwe de Keşîşan bal dikîşîne ser asîmîlasyon û helandina ku ji ber koçberiyê tê jiyîn û dibêje ku gelê Ermenî xwedî tecrûbe ye ku koçberî û welatê xwe hiştin çawa ji qetlîamek fîzîkî girantir e. Axaftinên xwe bi vî awayî tîne ziman; “ Îro miletê Ermenî xwedî tecrûbeyê ye. Dema ku qetlîam li ser miletê Ermenî de hat, ne ku tenê bi şûr û kuştinê ser de hat. Yên ku ew li Ewropa û derê din helandin. Ew jî qetlîam e. Ez ji hemuyan re dibejim. Em xwedî tecrube ne. Em dizanin ku qetlîam ne bes kuştina însan e, helandina însan jî qetlîam e. Bav û kalê me jiyan, ji bo zarokên xwe, ez jî îro dijîm, ji bo zarokên xwe ev wek kevneşopiyek e ji bo me. Yên ku îro diçin Ewrûpa, ne zarokê wan yên wan in, ne tiştekî wan. Ger zarokên min jî ne yê min bin wê demê ez ê çi ji dinyayê bikim. Her yek wan li gor dewleta wir teşe digire û dihele. Tenê rihê xwe xilas kirin nayê tu wateyê. Wek ku Hz. Îsa gotiye ger tu bimrî jî tu yê dîsa rabî. Milet gelek çûn. Ermeni çûn, Suryan çûn, kurd çûn, em hemû elimîbûn hev, dema şînek çêdibû ya me hemiyan bû, şahiyek çêdibû ya me hemiyan bû, dema ku şînek çêdibû hemû şahî disekînin em wiha fêr bibûn. 15 -20 kes li ber destê min kar kirine. Karê me hinekî bi musîkê ve ye, dema ku mele bang dide ez li musîka xwe digirim. Em miletekî wisan in, hirmet ji hev re digirin. Niha em gelek zehmetiyan dibînin. Rast e. Ji ber ku em di şer de nin. Kêmahiya avê, ceyranê û hwd. hema bila Ewrûpa xweş be lê ji min re çi. Ma ne ya min e. Ev axa bav û kalê me ye. Bêhna wan jê tê. Her çiqas kêmahî hebe jî lê li her derê xweşiktir e. Dibe ku xwarin û vexwerina te tê ber te. lê ev rastî heye. Ku tenê ji zarokan jî mabe ew ne yê te ne. Tenê ji bo rihê xwe xilas kirin tu wateya wê nîne. Dibêjin ger tu nikarî bibî av, bibe bîr, tu nikarî bibî bîr bibe satil, tu nabî satil bibe bend lê tenê bikaribe ji mirovahiyê re tiştekî bike.  Îro ger tu nexweş bî  deh kes te dibin doxtor. Her kes pirsa te dike. Lê li wir tu bê xwedî yî. Wê tu carî ew xweşiya axa te tunebe.”

Di dawiya axaftinên xwe de Firez Keşîşan bang li  hemû gelên ku welatê xwe hiştine çûne dike, da ku vegerin ser axa xwe. Herî dawî jî, dibêje "ji bo vê axê çi baş e bila ew bê û ya rast bi ser bikeve."